Berpirsê kuştina 13 leşkeran Serokwezîre

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


PiskopataAmede

30, Weiblich

  Einsteiger/in

Beiträge: 25

Berpirsê kuştina 13 leşkeran Serokwezîre

von PiskopataAmede am 29.07.2011 01:18



Parlamentera bajarê Diyarbekrê a BDP'ê Emîne Ayna Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan bi kushtina 13 leshkerên li Farqînê hatîn kushtin tawanbar kir û ew hishk rexne kir. Ayna, li navçeya Cizîrê ya bi ser Shirnexê ve ku tevlî shahiyeke pîrozbahiya Xweseriya Demokratîk bûbû, derbarê daxuyaniyên Erdogan ên dawî de hishk axivî û got "Serokwezîr dibêjê 'Bila hêviya niyeteke bassh ji me nekin.' Heta îro me niyeteke bash nedîtiye ku em li benda niyeteke bash bin. Em ji mirinê natirisin. Jiber vê yekê bila Serokwezîr li ser ekranên TV'yan nebêj 'Em ê bi leshkeran re operasyonan bikin, em ê li navenda bajêr tev polîsan têkoshînê bikin.' Berpirsê kushtina 13 leshkerên li Farqînê Erdogan e. Li nava çavê me dinêrin, dibêjin ku; 'Jibo me ti qîmet û nirxê xweseriyê nîne.' Ji xwe me Xweserî jibo ku nirxeke wê li cem we hebe neragihand. Jiber ku, nirxeke xwe li cem gel, li cem me heye me ragihand. Êdî me daxwaz nekir, jiber ku hêza pêkînan wê ya me heye me ragihand. Pishtî Xweseriya Demokratîk li Diyarbekirê hate ragihandin, Serokwezîr got; 'Bila kesek hêviya bashiyê ji me neke.' Ji xwe me ti caran niyeta bash nedîtiye. Ûxur Kaymaz ê 12 salî, 13 gule lê ketin. Li wê demê, Serokwezîr Erdogan bû. Li her wextê em ê rastî niyeta nebash hatin. Tishta em raste wê hatin berî 80 yan 30 salan, înkar, zilim, kushtin û zîndan e." Dîsa li gor DHA de hatî belavkirin, Ayna got "Li roja Xweseriya Demokratîk hatî ragihandin de, di operasyona leshkerî a li Farqînê de, Erdogan dixwest bi kushtina 15 20 gêrîla bersivê bide. Egerê operasyona leshkerî a li roja 14'ê Tîrmehê li Farqînê ev bû. Lê, bi bombeyên ku ji helîkpterên xwe avêtîn, yên hatîn kushtin ne gêrîla bûn, 13 leshker bûn. Kushtina wan 13 leshkeran berpirsê wê Erdogan e." Her wiha Ayna bal kishand ku li ser dema Demîral û Çîler jî, hemen tisht wan kir.

Avestakurd

Antworten Zuletzt bearbeitet am 29.07.2011 01:19.

« zurück zum Forum