Dayikên Aştiyê: ‘Em ê xwe li ber mala Serokwezîr bişewitînin’
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Dayikên Aştiyê: ‘Em ê xwe li ber mala Serokwezîr bişewitînin’
von Newroz_2010 am 08.06.2011 00:23AMED - Înîsiyatifa Dayikên Ashtiyê ya Amedê, axaftinên Erdogan ên li Amedê der barê BDP'ê û tevgera gelê kur de kirin, shermezar kir. Dayikan diyar kirin ku zilma Erdogan bidome ew ê xwe li ber mala Erdogan bishewitînin.
Înîsiyatifa Dayikên Ashtiyê yên Amedê, der barê axaftinên Erdogan ên li Amedê der barê BDP'ê û tevgera gelê kurd kirin, li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê pêk anî. Li ser navê dayikan Nevriye Kaçan, axivî û diyar kir ku Serokwezîr Erdogan bi kîjan navî, bi kîjan rûyî, bi kîjan nasnameyê tê Amedê û wiha got: "Erdogan çima tê Amedê? Qey qet sherm nake? Em naxwazin bê Amedê. Ji ber ku ew qatîl e. Zarokên kurd li erdê tên kaÅkirin. Zaroken kurdan dikujin. ÎÅkenceyê li cenazeyên gerîla dikin. Guhan jê dikin û çavê wan derdixin. Li gel van pêkanînan çima tê Amedê. Ma qey tew sherm nake? "
KAÇAN: YÊ DIKUJE TU YÎ
Kaçan, anî ziman ku yên zarokan dikuje û qetil dike Erdogan e û wiah got: "Kurd ne terorîst in. Yê esil terorîst Erdogan e. Ji ber ku ew zarokan dikuje û qetil dike. Em destê ashtiye direjî wî dikin jî lê ew destê ashtiyê dirêjî me nake. Em nawazin bê tu bajarên kurdan. Bila hevsera Erdogan wî bibe nexweÅxaneya aqil. Ger ku zilma Erdogan bidome em ê xwe li ber mala Erdogan bishewitînin.
Quelle : http://www.dozaciwanan.com/haber-66800.html