Demîrtaş: Heta Ocalan neyê berdan pirsgirêk çareser nabe !!!!
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Zagros
Gelöschter Benutzer
Demîrtaş: Heta Ocalan neyê berdan pirsgirêk çareser nabe !!!!
von Zagros am 10.10.2011 02:28Diyarbekir: Hevserokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê Selahedîn Demîrtaş got: "Îro rêya diçe aştiyê ya herî giring di Îmralî re derbas dibe."
Koma ku ji Şaredar, parlementerên BDPê, nûnerên KCDê, rêveberên BDP û nûnerên saziyên sivîl ên civakî pêk tê, bi armancan salvegera 9ê Cotmehê roja derxistina Rêberê PKKê Abullah Ocalan a ji Sûriyê û astengkirina Meşa Gemlîkê şermezar bikin li Deriyê Çiyê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di çalakiyê de Hevserokê Giştî yê BDPê Selahadîn Demîrtaş, diyar kir ku ew ê li dijî kesên ji wan bêrûmetiyê dixwaze têbikoşin û wiha got: "Heta ku Ocalan li Îmralî bê girtin pirsgirêk çareser nabe."
Demîrtaş berê çalakiyê diyar kir ji bo kesên jiyana xwe ji dest didin li meydananin, armanca wan nîne ku zererê bigihînin ti kesî yan jî aloziyê derbêxin holê ye.
Di çalakiyê de Hevserokê Giştî yê BDPê Demîrtaş, bal kişand ser êrîşên li ser BDPê û wiha got: "Dibe ku rojavayê Tirkiyeyê dengê me nebihîze. Di salên 1990an de jî wisa bû. Li vir mirov dihatin kuştin, gund dihatin şewitandin û valekirin. Dewletê serê vê rastiyê digirt. Polîsan digot ez dewlet im. Îro jî heman tişt pêk tên. Niha jî her roj pêlên faşîzmê bilind dibin. Em îro li Deriyê Çiyê rudinin û vê faşîzmê şermezar dikin. Ji niha û şûnde em 10 kes yan jî 500 hezar kes bin, emê bi gelê xwe re rapeberînê berdewam bikin. Em dê li dijî êrîşên li hemberî rûmeta xwe têkoşîna xwe berdewam bikin."
Demîrtaş diyar kir ku li hemberî wan bê mafî tê meşandin û wiha pêdeçû: "Em li ser hemû coreyên astengiyan ketin hilbijartin û siyasetê. Em rastî êrişan hatin, rastî şikestinê hatin. Bi rastî ger AKP bi qasî me bixwaze xwîn raweste, pêwîste ji bo pêkanîna aştiyê hîn zêdetir bikeve nava hewldanan. Îro ji bo aştiyê rêya herî giring di Îmralî re derbas dibe. AKPê ev yek dizanî, berê pejirandibû û hevdîtinan berdewam dikir. Em ji kesên ku ji me re dibêjin, 'hun kîne' re dibêjin, ger hun nekarin xwe biparêzin, em hewl didin ku we bi parêzin. Ger we ev yek zanî, wê aştî wê demê bê vî welatî û em hewl didin ku vê yekê bikin. Heya ku Ocalan li Îmralî bê girtin, em li vî welatî çend hewldanan bikin, wê pêkanîna vê yekê zehmet be û bê derfert be. Ji bo vê yekê dem hatiye ku ji bo azadiya 'Ocalan' nîqaş bên kirin."
Hevserokê BDPê destnîşan kir ku bila ti kes gav avêtinê ji BDPê nexwaze. Bila ji AKPê bixwazin. Bila bang li AKPê bikin û ger bersiva van bangane hate dayîn, emê wekî her demê sekna xwe ya fedekariyê nîşan bidin û ji bo aştiyê bikevin nava hewldanan. Îro jî emê heta êvarî li vir rûnin, em dixwazin di pêvajoyek bi vî awayî de nîşan bidin ku em teslîm nabin.
Hevserokê Giştî yê BDPê Selahedîn Demîrtaş derbarê meşa Gemlîkê de jî got: "Wê meşa Gemlîkê li dijî pêvajoya hatiye xetimandin refleksekî demokratîk bibûya. Ji vê jî tirsiyan. Li her derê derketina bajaran li me hate qedexekirin. Bi dîmênen OHALê (Rewşa Awerte) ev çalakî hate astengkirin. Em bang li gelê xwe dikin û bila li dijî vê hewldanan nîşan bidin. Em ji qada Amedê nîşan didin ku em di vê pêvajoyê de îradeya xwe ya komunal teslîm nakin. Ev nijadperestî dê bi dawî bibe."
Quelle: Rûdaw