Dezz Deniz bû namzeda Tirkiyeyê di Eurovizyonê de

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


PiskopataAmede

30, Weiblich

  Einsteiger/in

Beiträge: 25

Dezz Deniz bû namzeda Tirkiyeyê di Eurovizyonê de

von PiskopataAmede am 27.07.2011 22:57



Diyarbekir, 27 Tîrmeh – Li Tirkiyeyê, hunermenda kurd a muzîka Rap Dezz Deniz, bû namzeda Tirkiyeyê di hevrikiya strangotinê ya Ewropayê Eurovizyonê ya 2012ê de.

Deniz, got, dê di strana xwe de, ku bi înglîzî ye, dê peyvên tirkî û kurdî bi kar bîne û wiha axivî, “Ez bawer im, dê bi awayekî herî bash, gelê kurd û tirk temsîl bikim.”

Di Eurovizyona îsal, ku li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê hatibû lidarxistin, Koma Sadakat a Tirkiyeyê, beriya ku bigihê fînalê, ji rêzê derketibû.

Hunermenda kurd a muzîka Rap Dezz Deniz, ku ji Almanyayê hatiye Diyarbekirê, ji AKnewsê re got, ew dixwaze sala bê, bi stranek kurdî, temîsla Tirkiyeyê bike.

Deniz, daxuyand, Tirkiyeyê, dê serkeftina ku heq kiriye, bi dest bîne û wiha anî ziman, “Ez dixwazim bi vê yekê, him welatê xwe temsîl bikim û him jî bi navê kurdan û tirkan, beshdarî vê hevrikiyê bibim.”

Dezz Deniz, bo qebûbûna namzediya xwe, ji rayedaran xwest, hishyar bin.

Dezz Deniz 1984ê li navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê ji dayik bûye û ji 12 saliyê ve li Almanya dijî. Deniz, nêzîkî 10 sal e bi hip-hopê re eleqedar dibe û albuma wê ya yekem bi navê “Ew Kî Bû” derket. Albuma nû ya Denizê jî, dê vê zûtiriyê derkeve. Çendek beriya niha, klîba bi navê “Evîn û Xiyanet” weshandibû.


AKnews

Antworten

« zurück zum Forum