Eine Zusammenarbeit der BDP, HAK-PAR und KADEP bei den Wahlen?

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Eine Zusammenarbeit der BDP, HAK-PAR und KADEP bei den Wahlen?

von Kurdewari am 01.03.2011 09:43

Ji bo yekitîyê pêshketinekî girîng; Dibe ku BDP, HAKPAR û KADEP bo hilbijartinan hevkariyê bikin



AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Kongreya Civak a Demokratîk (KCD), bi armanca yekîtiya Kurdên Bakurê Kurdistanê gavek balkêsh avêt. KCD bi partiyên Kurd BDP, HAK-PAR, KADEP û saziyên sivîl ên civakî re hevdîtin çêkir û ji bo hilbijartinên 12 Hezîranê pêshniyaza diyarkirina namzetên hevbesh kir. Partiyên Kurd jî bi erênî nêzikê pêshniyazê bûn û ragihandin ku di hilbijartinê de hevkariyeke wiha wê rêya yekitiya netewî veke.

YiBerdevkê KCDê Cemal Coshgun, destnîshan kir ku di pirsgirêka Kurd de ji bo ashtî û çareseriyeke demokratîk gava herî girîng yekîtiya Kurdan bi xwe ye û wiha dom kir: “Em yekitiya Kurdan wek gaveke stratejîk dibînin. Em yekitiyê bi hilbijartinan ve girênadin, lê divê neyê jibîrkirin ku hilbijartin jî ji bo yekitiyê dibin bingeh.”

Coshgun da zanîn ku bi beshdariya DTK, BDP û çendîn saziyên sivîl Komisyona Hilbijartinê hatiye damezirandin û got wê komisyon ji her aliyên Kurdan berendaman diyar bike. Coshgun armanca hevdîtina wan bi partiyên Kurd re jî anî ziman û got di hevdîtinê de wan ji hemû aliyan xwestine ku bi rengekî çalak tevlî pêvajoya diyarkirina berendaman bibin û nûnerên partiyan jî helwestên erênî nîshan dane. Coshgun got: “Eger di hilbijartinan de yekîtî bê damezirandin wê ev gav ji bo yekitiya Kurdan bibe bingeheke girîng.” Coshgun herwiha da zanîn ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd niha firseteke dîrokî derketiye û got bi armanca yekitiya Kurdan wê hevdîtinên xwe bidomînin.

Kishanak: Yekîtiya Kurdan ji bo me girîng e

Hevseroka BDP’ê Gultan Kishanak jî got ew di çareseriya pirsgirêka Kurd û wergirtina mafê Kurdan ên demokratîk de alîgiriya tevgereke hevbesh dikin. Kishanak got ev salekî ye ku ew helwesteke wiha nîshan didin û ji bo perwerda bi zimanê zikmakî bi partiyên din re kampanyaya îmzeyan birêvedibin.

Kishanak jî wek Coshgun hilbijartina ku wê di Hezîrana îsal de bê kirin, ji bo yekitiya Kurdan pêvajoyeke gelek girîng dibînin û got, “Yekitiya bo hilbijartinê ne rojeva me ya sereke ye, lê em li ser wê yekê guftûgo dikin ku di rêya yekitiya Kurdan da hilbijartin dikarin roleke cawa bileyzin. Em wek BDP’ê di tekoshîna ji bo mafstandinê de tevgera Kurdan a hevbesh girîng dibînin.”

Elçi: Cudatiyên di navbera me de hebûn, kêm bûn

Serokê Gishtî yê KADEP’ê Sherafettin Elçi yekitiya Kurdan karê herî girîng dibîne û got hemû Kurd bi deh salan e doza vê yekê dikin. Elçi got, “Ji bo vê çi bikeve ser milê me em amade ne ku bikin.” Serokê Gishtî yê KADEP’ê Elçi got ew pêshniyara KCD’ê ya yekitiya ji bo hilbijartinê gelek bi wate dibînin û got di pasherojê de di navbera wan û xeta BDP’ê de cûdahiyên programatîk hebûne, lê di demên dawî de cûdahiyên wiha kêm bûne û wiha dom kir: “Siyaseta BDP’ê ya niha ku parastina perwerda bi zimanê zikmakî dike, siyaseteke ku em jî bi salan e diparêzin. Me diparast ku Kurd xwe bi xwe birêvebibin û ji bo ve jî me daxwaziya federasyonê dikir. BDP jî di demên dawî de daxwaziya xweseriyê dike. Dibe ku modelên me cûda bin, lê derbarê birêvebirina Kurdan de, em wek hev difikirin. Ev faktor jî hevkariya me hêsantir dike.”

Bozyel: Hilbijartin firseteke bash e

Serokê Gishtî yê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel jî ragihand ku helwestên yekitiya netewî heta nekevin nav pratîkê ti wateya wan tune ye û got, “Yekitiyên ku nekevin jiyana rojane û nebin pratîk wê hertim li ser kaxizan bimînin.”

Li gor baweriya Bozyel hevkariya hilbijartinê wê karibe bibe wek firseteke yekitiya netewî ya Kurdan. Bozyel da zanîn ku di hevdîtina bi nûnerên KCD’ê re wan nêrînen hevbesh anîne ziman û wiha axivî: “Em jî wek nûnerên KCD’ê difikirin ku dema çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye. Ya herî girîng jî ew bû ku kêmasiyên berê bi zimaneke erêni anîn ziman. Em hêj di destpêkê de ne, ne hêviyên me yên zêde hene, ne jî em dixwazin vê hewldanê pishtguh bikin. Divê hevkariya me li ser bingeha wekheviyê be û hemû cûdahî wek dewlemendî bên dîtin û ti alî xwe li ser aliyên din nebîne. Pishtî ku em di Dezgeha Serokatiya partiya xwe de vê pêshniyazê binirxînin, em ê dîsa bi wan re rûnin û biaxivin.

HawarDengubas

Antworten

« zurück zum Forum