Şerê nav desthilata Îranê germtir dibe

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Şerê nav desthilata Îranê germtir dibe

von Kurdewari am 15.08.2010 16:11

SHerê nav desthilata Îranê germtir dibe



15 Tebax 2010 Yekshem Saat 14:49

Avestakurd – Pishtî ku 2 Nûnerên Meclîsa Shoraya Îslamî ya Îranê Elî Muteherî û Ehmed Tewekulî, hikûmeta Mehmûd Ehmedînejad rexne kirin...

Avestakurd – Pishtî ku 2 Nûnerên Meclîsa Shoraya Îslamî ya Îranê Elî Muteherî û Ehmed Tewekulî, hikûmeta Mehmûd Ehmedînejad rexne kirin, alîgirên hikûmetê bi tundî êrîshî wan kirin û ew bi sîxorên DAY’yê tawanbar kirin.

Di hevdîtineke nû de Elî Muteherî, Mehmûd Ehmedînejad û alîgirên wî bi girûba Firqa shibandibû û diyar kiribû ku pishtevaniya xelkî li pisht hikûmeta wî nîne.

Her wiha Ehmed Tewekulî Mehmûd Ehmedînejad ji ber cîbicî nekirina biryarnameyên meclîsê bi dîktatoriyetê tawanbar kiribû û destnîshan kiribû ku ew li hemberî yasayan serkêshiyê dike.

Li hemberî wan gotinan alîgirên hikûmetê bi tundî êrîshî wan kirin û daxwaz li navenda dadwerî ya Îranê kirin ku wan ceza bike.

Di vê navberê de hejmarek zaf endamên meclîsê yên alîgirên hikûmetê bersiv dan û ew bi sîxoriyê bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) tawanbar kirin, Peyvdarê Meclîsê Muhsin Kûhken wiha got, “Divê sinorê navbera bê hurmetî û rexne bê berçav girtin û nabe bi vî awayî serokomarê bê rexne kirin”.

Her wiha Nûnerek din yê alîgirê Ehmedînejad Cewad Ebtehî diyar kir ku divê desthilata dadwerî li hemberî bêhurmetî bi serokomar bê deng nebe û bi lez û bez li hemebrî wan axaftinan derkeve.

Hêjayî gotinê ye ku pishtî hilbijartina dewra 10’ê ya serokatiyê di Îranê de, roj bi roj aloziyên navbera desthilata Îranê berfirehtir dibe û di vê navberê de heya niha reformxwazên vî welatî îtîraf bi serokatiya Ehmedînejad nekirine.

Avestakurd

Antworten Zuletzt bearbeitet am 15.08.2010 16:57.

« zurück zum Forum