Şerafettîn Elçî: Em sîstemeke wekî ya Iraqê dixwazin

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Şerafettîn Elçî: Em sîstemeke wekî ya Iraqê dixwazin

von Kurdewari am 03.10.2010 11:33

Sherafettîn Elçî: Em sîstemeke wekî ya Iraqê dixwazin



» Sherafettîn Elçî


ENQERE, 2/9 2010 — Partiya Demokrasiya Beshdar (Kadep) yek ji wan rêxistinên kurdan yên li bakurê Kurdistanê ye ko di referenduma borî de, li ser guhertina 26 xalên destûra Tirkiyê got “têr nakê, lê erê”. Ji bo çareserkirina pirsa kurd li bakurê Kurdistanê, Kadep sîstema federaliyê maqûl dibîne.

Li ser vê meseleyê Sherafettin Elçî bersiva pirsên Rûdawê da:

Pirs:— Tishta ko hon dixwazin wekî sîstema eyaletan yan ji otonomîyê ye. BDP jî dibêje “otonomiya demokratîk”. Hon çima bi BDP-ê re li ser konseptekê li hev nakin?

Şerafettîn Elçî: — Rast e, BDP dibêje “otonomiya demokratîk”, lê otonomiya demokratîk tê çi wateyê, daxwazên wan çi ne, ne zelal e. Di lîteratûra siyasî de otonomiya demokratîk nîne. Otonomî çî ye, ew zelal e. Otonomî wek federasyon sheklekî îdarî ye û li ser herêmekê tê tetbîq kirin, ango bi axê ve girêdayî ye. Hukimê xwerêvebirina herêmî ye. Lê otonomiya demokratîk ko BDP tîne ziman, ne bi îradeya BDP-ê hatiye qebûl kirin. Ew projeya Abdullah Ocalan e. Abdullah Ocalan heta niha çend caran fikra xwe guheriye. Ew îro dibêje otonomiya demokratîk, lê dîsa dibêje otonomiya demokratîk ne li ser esasê herêmekê, ne li ser esasê etnîkî ye, lê li ser çi esasî ye ne zelal e. Gava BDP daxwazên xwe zelal bike, em bizanibin vekirî ji bo kurdan çi dixwazin, em ê piştgirî bidin daxwazên wan yên rewa, çima na. Em sîstemeke federal peshniyar dikin, sîstema federal çi ye, di hemû dinyayê de zelal e. Em dixwazin li ser axa xwe desthilatdar bin, ango herêma xwe kurd bi xwe îdare bikin. Em sîstemek wek sîstema Îraqê dixwazin.

Pirs: — Hon dibêjin bila sînorên Kurdistanê zelal bin?

Şerafettîn Elçî: — Helbet divê sînorên Kurdistanê zelal bin. Gava te hukimê xwerêvebirênê, ango otonomî xwest, divê zelal be tu ji bo kîjan herêmê, kîjan axê otonomiyê dixwazî. Gava sînor ne zelal bin, mirov li kû otonomiyê bikar tîne? Lê otonomiya demokratîk ko BDP-ê aniye rojevê ne zelal e, ji bo kîjan sinoran ew dixwazin, ne jî zelal e ew îdareyek çawa dixwazin. Weke min berê jî got projeya BDP-ê ne diyar e.

Pirs: — Dîsa jî hin nivîskar girseya BDP-ê digrin ber çawan û BDP-ê wek temsîlkarê kurdan dibînin. BDP temsîlkarê kurdan e?

Şerafettîn Elçî: — Na, ti caran yek partî nikare netewekê temsîl bike. Her partî encax dikare endamên xwe, alîgirên xwe temsîl bike, lê ne hemû neteweyê. Li Tirkiyê jî yek partî temsîla hemû tirkan nake. AKP ewqas bi hêz e, lê dîsa jî temsîla hemû tirkan nake, tenê temsîla qismeke tirkan dike. Partiyên din jî hene, ew jî temsîla qismek tirkan dikin.

Pirs: — Van rojên dawî hevserokên KCD Ahmet Turk û Aysel Tugluk ji bo hevdîtinan çûn Kurdistana bashûr. Ew dixwazin kongreyek netewî pêk bînin. Li ser vê yekê kes bi we re peyivî? Helwesta we çî ye?

Şerafettîn Elçî: — Di pêkhatina yêkitiya kurdan de xêra hemû kurdan heye. Em her tim yêkitiya kurdan dixwazin. Lê her parçeyê Kurdistanê xwedî taybetmendiyên xwe ye. Serokê dewleta Îraqê birêz Mam Celal û serokê Kurdistanê birêz Kek Mesûd li ser vê babetê çi difikirin, çi bersiv daye wan, ez jê ne agahdar im. Lê ez ne bawer im ko li Hewlerê bikaribe kongreyek netewî pêk were. Beriya kongreya netewî divê kurdên bakurê Kurdistanê di nav xwe de yekîtîyekê pêk bînin. Gava kurdên bakur di nav xwe de yêkîtiyê pêk neyînin, biçin bi kurdên bashûr re, bi kurdên rojhilatê re, bi kurdên rojavayê re li yêkitiyê bigerin, ew ne realîst e.

Pirs: — PKK-ê biryara agirbesta xwe dîsa dirêj kir. Hon vê biryarê çawa dinirxînin?

Şerafettîn Elçî: — Helbet em helwesta agirbestê rast dibînin, lewra em çareserkirina pirsgirêka kurd ne di pevçûnê de, di dîyalog û danûstandinê de dibînin. Em di serî de bi usulên siyasî-demokratîk tekoshîna xwe dimeshînin. Lê dirêjkirina agirbestê ne rawestandina sher e. PKK-ê heta niha çend caran agirbest îlan kiriyê, lê sher nehatiye sekinandin. Lewra ji bo sekinandina sher divê hêzên çekdar ji hevûdu dûr bikevin, ango neyên pêshberê hev ko di nav wan de pevçûn pêk neyê. Agirbest hebe jî, gava hêzên çekdar hevûdu dibînin, dîsa di nav wan de pevçûn pêk tê. Lewra artesha tirk ti car biryara agirbestê nade. Ji ber wê gava ko PKK biryara agirbestê digre, dive hêzên wê yên çekdar ji artesha tirk dûr bikevin. PKK divê daxwazên xwe zelal bike. Lê ji bo pêkanîna ashitî divê tishtên ko dikarin werin cîh, bên daxwaz kirin. Dewlet ji divê hewl bide ko gavek zû şer were rawestandin, ashitî pêk were. Ji bo pêkhatina ashîtiya berdewamî divê dewlet daxwazên kurdan yên bingehîn qebûl bike. Gava daxwazên kurdan yên bingehîn bi cîh neyên, pashê dîsa sher dikare destpê bike. Divê were zanîn ko çareserkirina pirsgirekên netewî pir zehmet e, ne hêsan e, demek dûrûdirêj divê. Ji ber wê divê hemû alî berpirsyariyên xwe bizanibin û li gor wê helwestê bigrin.

Pirs: — Her dema ko PKK sher radiwestîne, rewş aram dibe, bûyerên wek Tokat, Dortyol û Colemêrgê pêk tên.

Şerafettîn Elçî: — Wek ko tê zanin di nav dewletê de çete hene û ew hertim sher û tundiyê dixwazin. Lewra desthilatdariya wan, jiyana wan di berdewamiya shêr de ye. Ew çete niha bi navê Ergenekon tên bi nav kirin. Her wisa di nav PKK-ê de jî çete hene. Di herdu aliyan de jî ew çete naxwazin ko aramî, ashtî pêk were, naxwazin pirsgirêka kurd çareser bibe. Di nav PKK-ê de jî PKK-yek veşartî, PKK-ya qirêj heye. Abdullah Ocalan jî di daxuyaniya xwe ya dawî de balê dikshînê ser çeteyên ko di nav PKK-ê de hene.

Pirs: — Ji bo rawestandina sherê çekdarî ti tisht nakeve stûyê we?

Şerafettîn Elçî: — Helbet tishtek em ji bikin hene. Xizmetek bikeve ser milê me, em amade ne. Lê mixabin tesîra me nabe.

Nefel

Antworten

« zurück zum Forum