Eshîra Ahmet Turk û ya Metînan li hev hatin

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Eshîra Ahmet Turk û ya Metînan li hev hatin

von Kurdewari am 03.10.2010 11:51

Eshîra Ahmet Turk û ya Metînan li hev hatin

Aktuelbûn: 2010-09-29 22:48:37



Hevserok Kongrreya Civaka Demokratîk (DTK) Ahmet Turk digel eşîreta Metînan ku 30 sal bû ji ber doza xwînê ji hev xeyîdî bûn, lihev hatin

Hevserok Kongrreya Civaka Demokratîk (DTK) Ahmet Turk digel eshîreta Metînan ku 30 sal bû ji ber doza xwînê ji hev xeyîdî bûn, lihev hatin. Ahmet Turk li ser xwarinê got, “Ev ashtî dê li seranserê Tirkiyeyê belav bibe.”

Di xwrina lihevhatina serokê eshîreta Metînanê Mehmet Sherif Temelli û serokê eshîreta Qencoyê Ahmet Turk de, Serokê Partiya Ashtî u Demokarsî (BDP) Selahattin Demirtash, Parlamenterê BDPê yê Mûshê Sırrı Sakık, Şaredarê BDPê yê Sêrtê Selîm Sadak û endam û rayedarên partiyê beshdar bûn.

Li gorî nûçeya CHAyê, mêvan di 15 xîvetan de hatin pêshwazîkirin û pankartên bi kurdî “Bo ashtiyê bi xêr hatin!” hatin daliqandin.

Pishtî ku Qur’an hate xwendin, serokê eshîreta Metînanê Mehmet SHerif Temelli û Ahmet Turk destên xwe dane hev û lihev hatin.

Ahmet Turk axaftinek kir û wiha got, “Çend salan beriya niha me kêmasiyek li hember eshîreta Metînan kir, lewre ez ji wan dixwazim li me biborin. Ez bawerim ev ashtî dê li Tirkiyeyê hemiya belav bibe. Ez mezinên eshîreta Metînan silva dikim.”

Netkurd

Antworten

« zurück zum Forum