Für was ist dieser Krieg?
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Kurdewari
Gelöschter Benutzer
Für was ist dieser Krieg?
von Kurdewari am 03.08.2011 15:15Ev Åerê çiye?
Her dema ku li Tirkiye bûyerek girîng çêdibe, di cih de nûçeyek ya sher, xebera mirina çend leshkeran yan jî çend çêkdarên PKK-ê dikeve di rojeva siyasî de. Dema bûyerek bi vî awayî pêktê bandore xwe rojeva siyasî dike û daxuyanî tund dibin.
Ji berî demekî Murat Karayilan di hevpeyvînek ya xwe de, da diyarkirin ku, ew sher naxwazin û nakin. Herweha got ku heta leshker êrîshê me nekin em , êrîshê wan nakin. Bashe dema Karayilan vê dibêje, ev kine ku çelakiyên çekdarî dikin?
Gelek caran hatiye gotin, ev sher ne di berjewendiyên destxistana mafê rewa yê gelê kurd de ye. Ev sher astengek mezin e di rêya pêshdebirina demokrasiyê li Tirkiye. Ev sher dibe astengek mezin ku civat ber bi civatek sivîl ve here. Ev Åer dibe sedemek ku, wesayeta leshkeran temen dirêj dibe.
Ji bo çareseriyê ji berî her tishtekî dive dengê çekan qut bibe. Divê warek aram hebê ku mirov bikaribe erênîtir li bûyera binêre û li gora wê jî gava bavê je. Ji bo vê ev sher astenga herî mezin e di rêya pêkanîna ashitiyê de. Kesên ashitî xwaz kî be bila be, dive li dijî sher dengê xwe bilind bike û rêya diyalog e û bi metoden demokratik li çareseriyê bigere.
Dema yên behsa ashitiyê dikin dengê xwe li himber sher bilind nekin , di pirsa ashitiyê de ne rastin û tenê wê gotinê kar tînin. Bûyera ku li Farqînê çêbûyî li bîra herkesiye. Ew bûyer bash hate gengeshekirin û îro cara yekem e ku bûyerek bi vî awayî dibe pirsek ya lêpirsînê û diçe ber destê dadweriyê.
Di rastiya xwe de, dema ku serfermandarê hêzên çekdar û fermandarên hêzên erdî,deryayî û ezmanî li Tirkiye îstifa kirîn û helwesta hukumetê li himberê wan, gavek dîrokî bû ji bo rewsha siyasî ya Tirkiye. Herweha dema roja yekem ya civîna Shûra Leshkerî ya bilind, bûyera li Wanê çêbûyî gelek balkêshe û ev bûyer bi temamî destê dezgehên tarî yê sher dixwazin xort dike.
Em hemi bash dizanin di nav Tirka û di nav kurdan de jî tebeqek peyda bûye ku jiyana xwe ya siyasî û aborî di vî sherî de dibînin. Heta kesayeta wan di nav civatê de encama vî sherê qirêj e. Ew tu cara naxwazin ev sher dawî were. Ji bo wan av çikas shêlo be jiyan ewkas hesanîtir dibe.
Lêshker naxwazin sher xilas bibe, hêzên tarî wek Ergenekonê û dirêjahiya wan di nav kurdan de naxwazin Åer xilas bibe. Sher di xizmeta wan kesan de ye ku yên bi xwînê jiyana xwe berdewam dikin.
Eger em bixwazin ashitî pêkwerê û ji b o çareseriya pirsa kurd gavek bête avêtin, parêstina rêya diyaloge pêwistiyeke. Li Tirkiye çikas leshker aloz bibe, bandore wan li ser sivîlan kêm bibe , dê ewqas rêya diyalogê behtir vebe.
Leshker dixwazin operasyon berdewambin. Dema rewsh biçekî li ber aramiyê ve diçe leshker, giraniyê didin operasyona, lê di nav PKK-ê de jî yên daxwaziya sher dikin vale nasekinin.
Operasyon xilas bibe, mercên sher ji hole rabin, dê ev general çi bikin? Leshkerên li Kurdistanê cih bûyîn wê kuve herin? Jiyana fermandaran wê çewebe? Gelo ew ticareta reÅsh a veshartî bi hemi awayî li kujiyê tixûbên sêçika Kurdistanê de tê kirin wê kûve here?
Dema bersiva van pirsan bête dayîn,dê vekirî bixweyê ku ev sher xizmeta çi dike…
RojevaKurd