Girtina çalakên edebî li Rojhilatê Kurdistanê berdewam e

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Biji_Kurdistan

26, Männlich

  Fortgeschritten

Beiträge: 71

Girtina çalakên edebî li Rojhilatê Kurdistanê berdewam e

von Biji_Kurdistan am 31.07.2010 13:19





Avestakurd - Li bajarê Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê, Sernivîserê Kovara Soran Yehya Semedî, binçav kirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan “mukiryannews”, roja sê$emiya derbasbûyî, hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê, êrî$î mala Yehya Semedî kirin û zêdebarê binçavkirina navbirî çend kel û pelên taybetî yên wî jî bi xwe re birine.

Li gorî malpera han, heya niha hêzên ewlehiyê sedema girtina Yehya Semedî û cihê veguhastina wî diyar nekirine.

Hêjayî gotinê ye ku ev heyameke girtin û binçavkirina çalakên edebî û sivîl yên Rojhilatê Kurdistanê berfireh bûye, di vê navberê de, çend rojan berî niha li bajarê Seqizê jî 2 ciwanên helbestvan bi navên Qadir $îrî û Emîr Emanî bi sûcê alîkarîkirina partiyên neyarê Komara Îslamî hatine desteserkirin.


avestakurd

Antworten

« zurück zum Forum