Gul u Erdogan êrişa Stenbolê şermezar kirin
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer
Gul u Erdogan êrişa Stenbolê şermezar kirin
von GulaKurdistane am 31.10.2010 20:27Hewlêr, 31 Cotmeh (AKnews) – Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul û Serokwezîrê wî welatî Recep Tayyip Erdogan, êri$a xwekujî ya meydana Taksîmê ya Stenbolê, $ermezar kirin. Wezîrê Hundir Be$ir Atalay jî, diyar kir, zûye mirov bêje ka kîjan rêxistinê ev êri$ pêk aniye.
Li gorî nûçeya CHAyê, Gul derbarê êri$a xwekujiya Stenbolê de wiha axivî, “Ez vê êri$a qirêj, bi tundî $ermezar dikim.” Gul, diyar kir, êri$ên bi vî awayî di vê demê de, nahêlin pirsgirêk di mercên aram de bên çareserkirin.
Erdogan jî, got, “Ez ji polîs û welatiyên ku di êri$a terorîstî de birîndar bûne re $ifayê dixwazim.” Erdogan, diyar kir, ev êri$ li dijî aramî û a$tiya Tirkiyeyê hatiye lidarxistin û wiha axivî:
“Li hember yên ku aramî û ewlehiya Tirkiyeyê têk didin, em tu carî bêdeng namînin. Êri$ên wiha, nikare pêÅ$iya biratî û yekîtiya Tirkiyeyê bibe asteng. Heta yekitî û biratiya me hebe, ev lîstik dê bên xerabkirin.”
Wezîrê Hundir Be$ir Atalay jî, da xuyakirin, zêdebarî ku hinek agahî jî di destên wan de hene, lê zûye mirov bêje ka kîjan rêxistinê ev êri$ pêk aniye.
Li gorî Parêgerê Stenbolê Huseyn Avni Mutlu, di teqîna xwekujî ya îro ya meydana Taksîmê ya Stenbolê de, yek kes mir û 32 kes jî birîndar bûn. Rew$a 5 birîndaran giran e.