Hêzên Pêshmerge êdî ji Kerkûkê venagerin'

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Hêzên Pêshmerge êdî ji Kerkûkê venagerin'

von Kurdewari am 08.03.2011 15:50

'Hêzên Pêshmerge êdî ji Kerkûkê venagerin'



'Ger Kerkûk û Mendelî Kurdistan bin, ne heq e pêshmerge dîsan ji Kerkûkê derkevin.'

Êdî Pêshmerge li Kerkûk û navçeyên din yên KurdnishŸîn in û hewl didin ku kontrola wan herêman bixin destê xwe. Bi salan bû Kurd ji bo wê yekê dixebitin ku maddeya 140 ya destûra Îraqê bê bicîhkirin û çarenûsa Kerkûkê û navçeyên din yên ji Herêma Kurdistanê veqetandî diyar bibe, lê Hikûmetên Îraqê û Erebên wan herêmên cihê nakokiyê her pirsgirêk derdixistin û proseya vegera wan herêman ya ser Kurdistanê bipashdixistin.


Lê pishtî ku serkirdên Kurdan pê hesiyan ku hêzên “shovenîst“ bi pishtevaniya Hêzên Neqishbendî - ku kevnebaasî û cîgirê Saddam Hussein, Eysed Dûrî serokatiya wan dike - û hêzên Sehwe ku ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malîkî ji bo ShŸerê li dijî Al-Qaîda hatibûn avakirin, plana wê yekê dikin ku bi armanca bidestxistina Kerkûkê û derxistina Kurdan ji nav bajêr û deverên derdora Kerkûkê, pirsgirêkan li Kerkûkê û derdorê wê derxînin, hêzên pêshmergeyan roja 24ê Sibatê 2011 Kerkûk û herêmên din yên Kurdnishîn xistin jêr kontrola xwe. Beriya ku pêshmerge biçine Kerkûkê, fermandarê pêshmergeyan Ezîz Weysî daxuyand ku hêzên pêshmerge ji bo parastina ewlekariya Kerkûke li bajêr bicîh dibin û dixwazin hemû netewên li Kerkûk û derdorê wê biparêzin.



Roja 25ê Sibatê 2011, weke ku hatibû plankirin, hinek aliyên Ereb xwepêshandanek li Kerkûkê lidarxistin û agir berdan beshek ji avahiya parêzgarê Kerkûkê. Xwepêshanderan sloganên li hemberî maddeya 140 ya destûra Îraqê û Kurdan bilind kirin û digotin ku Kerkûk ya wan e. Di heman rojê de hêzên Ereb yên dijberên Kurdan Celewla xistin jêr kontrola xwe û berê xwe dan Kerkûkê jî. Lê di navbera wan hêzên Ereb û Peshmergeyan de pevçûn derketin û pêshmergeyan dikarî pêshî li wan bigrin û çendek ji wan Ereban jî dîl hatin girtin.


Nishtecihên Kerkûkê yên Kurd bi hatina hêzên pêshmergeyan gelekî kêfxwesh in û dibejin ku êdî ew xwe jêr ewlekariyê de dibînin. Ronakbîrê Kurd Emced Shakelî pishtî bicîhbûna hêzên Pêshmergeyan li Kerkûkê got ku “eger bi rastî Kerkûk û Mendelî Kurdistan bin, ne heq e ku pêshmerge dîsa ji Kerkûkê derkevin.“


Di civîna 27’ê Sibatê 2011 di navbera aliyên Kurd li Kerkûkê de Kurdan yekhelwestiya xwe derbarê Kerkûkê de diyar kirin. Di daxuyaniya çapemeniye ya pishtî civînê de Nêçîrvan Barzanî axaftinek kir û got ku dema Kurd li Kerkûkê digihijin hev, biratiya di navbera wan de gelekî bihêztir dibe û wê gelekî bash be ku dema Kurd bi pirsgirêkan re rûbirû bin, ew bên li Kerkûkê li ser wan pirsgirêkan hevdu bibînin.



Wezîrê PêshŸmergeyan Shêx Cafer Mistefa derbarê xwepashvekishandina Pêshmergeyan ji Kerkûkê daxuyand ku “heya metirsiya shovenizma Ereban li ser Kurdên Kerkûkê û deverên derûdorê hebe, hêzên Pêshmerge ji bo parastina wan li wir dimînin.“ Daxuyaniyek bi heman rengî ji Serfermandarê Pêshmergeyan Ezîz Weysî hat û Weysî got ku çûna Pêshmergeyan ya nav Kerkûkê li ser daxwaza parêzgarê Kerkûkê pêk hatiye û heta parêzgar nebeje herin, Pêshmerge ji Kerkûkê naçin. Serokê Civata Kerkûkê Rizgar Elî jî derbarê çûna Pêshmergeyan a nav Kerkûkê daxuyaniyek da û got ku hatina Pêshmergeyan a nav Kerkûkê bi rêkeftina ligel Amerîkaniyan pêk hatiye û Pêshmerge êdî ji Kerkûkê venagerin.



Bi hatina Pêshmergeyan Kurdên Kerkûkê û navçeyên din yên Kurdnishîn yên ji Herêma Kurdistanê veqetandî hêvî dikin ku zexta Erebên shoven li ser wan bi dawî bibe. Bi taybetî pishtî ku hêzên Pêshmergeyan ji navçeyên derdorê Kerkûkê vekishiyan, pirsgirêk û zexta li ser Kurdan zêde bûbû û li bajarên mîna Celewla hema hema hemû Kurd (600 malbat) ji bajêr hatin derxistin. Di van salên dawî de tenê li navçeyên Celewla û Saadiye bêtirî 400 Kurd hatin kushtin.

Netkurd

Antworten Zuletzt bearbeitet am 08.03.2011 15:53.

Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Re: Hêzên Pêshmerge êdî ji Kerkûkê venagerin'

von Kurdewari am 08.03.2011 15:52

Ist das jetzt ein Zeichen dafür, dass die Kurden nun die Gebiete zurückerobern wollen?

Antworten

Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Re: Hêzên Pêshmerge êdî ji Kerkûkê venagerin'

von Kurdewari am 08.03.2011 16:04

Azadiyakurdistan]Azadiyakurdistan Aktuell: Araber in Kerkûk wollen von der Pêshmerge beschützt werden.

Xaneqîn: Nach Angaben von PUKmedia hat sich Mehmûd Sengawî, ein Mitglied der PUK,
mit arabische Stämme aus Qizirbat und Hemrîn in der Provinz Qaneqîn getroffen.

Bei dem Treffen haben die 6 arabische Stämme gebeten, dass die Pêshmerge ihre
Gebiete und Umgebung von arabische Terroristen zu schützen.
Sengawî betonte, dass die Pêshmerge alle Gebiete, die von Kurdistan abgetrennt wurden,
zu schützen.


Nivîskar : Mesut Botanî
Malper : Azadiyakurdistan

Antworten Zuletzt bearbeitet am 08.03.2011 16:07.

« zurück zum Forum