Ji Tuğlukê daxwaza hevdîtina bi Öcalan re

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer

Ji Tuğlukê daxwaza hevdîtina bi Öcalan re

von GulaKurdistane am 30.10.2010 14:52

Îstanbul, 30 Cotmeh (AKnews) – Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk, ji bo hevdîtina bi Serokê PKKê Abdullah Ocalan re serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê da.

Li gorî agahiya nûçegihanê AKnewsê ji parêzerên Ocalan girtiye, Ä°brahim Bilmez, Mehmet Sabırta$, Sebahattin Kaya û Tigluk, ji bo 1ê Mijdarê bi Ocalanê li Girtîgeha Îmralî tê ragirtin re hevdîtinê pêk bînin, îro serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Hate zanîn ku hêj bersiva daxwaza parêzeran nedaye dayîn, lê plan ew e ku roja Du$emê ji bo biçin Girava Îmraliyê parêzer dê biçine Gemlika Bursayê.

Hevseroka KCDê Aysel Tugluk, berî du hefteyan jî çûbû Îmraliyê û bi Ocalan re rûni$tibû.

Ocalan, di wê hevdîtinê de, derbarê biryara bêçalaktiya PKKê ya heta 31ê Cotmehê de ji Tuglukê re gotibû, “emê heta 31ê Cotmehê rawestin. Heke gavên p$wîst nehatin avêtin ez ê xwe ji ber bikê$im. KCK dê pêvajoyê bi rê ve bibe.”

Hevdîtina çar$ama borî ya Aysel Tugluk û parêzeran a bi Ocalan re, ji ber “xerabûna hewayê” nehatibû pêkanîn.

Antworten Zuletzt bearbeitet am 30.10.2010 14:58.

« zurück zum Forum