Kaplan: Bo Türk û Tuğlukê em ê biçin DMMEyê
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer
Kaplan: Bo Türk û Tuğlukê em ê biçin DMMEyê
von GulaKurdistane am 02.11.2010 12:42Enqere, 2 Mijdar (AKnews) – Parlamenterê $irnexê yê Partiya A$tî û Demokrasiyê (BDP) Hasip Kaplan, diyar kir ku ji bo lêvegerandina parlamenteriya hevserokên berê yên DTPê Ahmet Turk û Aysel Tuglukê ew ê biçin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî.
Kaplan ji AKnewsê re daxuyand ku Serokatiya TBMMê, bêyî ku pirsa Komisyona Destûr û Dadê û Yekîneya Biryar û Qanûnan a Parlamentoyê bike, daxwaza lêvegerandina parlamenteriya Turk û Tugluk red kiriye.
Kaplan, da zanîn ku Serokatiya TBMMê gotiye, “em xwedan rayeya biryarê nînin” û bi vî awayî berê me daye dadgeha Destûrê û got, “TBMM li pi$t guhartina xwe ya destûrê ranewestiya.”
Kaplan, bal ki$and ku hiqûqnasên partiyê mijarê dinixînin û diyar kir ku ew ê serî li Dadgeha Destûrê bidin.
Hasîp Kaplan, a$kere kir ku heke ew ji hiqûqa navxweyî tu encamê negirin ew difikirin ku biçim DMMEyê.
AKnews