Karaboga: Eger tishtek li min were Midûryeta Polîsan berpirsyare

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Karaboga: Eger tishtek li min were Midûryeta Polîsan berpirsyare

von Kurdewari am 14.11.2010 12:13

Karaboga: Eger tishtek li min were Midûryeta Polîsan berpirsyare


AGIRÎ - Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat û Gunlukê yê Agiriyê Mehmet Karaboga, diyar kir ku, dema rojnameyan belav dike rastî tundiya polîsan tê.

Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat û Gunlukê yê Agiriyê Mehmet Karaboga, anî ziman ku dema rojnamyan belav dike ji aliyê polîsan ve tê astengkirin. Karaboga, anî ziman ku di nava hefteyekê de 3 caran rastî gefên polîsan hatiye. Karaboga, anî ziman ku polîs ji wî dixwazin li nava bajar rojnameyan belav nekin. Karaboga, da zanîn ku herî dawî 3 polîsên sivîl ji wî xwestiye ku rojnameyan belav neke û gefên kushtinê li wî dane. Karaboga, destnîshan kir ku ew wê firotina rojnameyan bidomîne û çi gef nikare wî asteng bike. Karaboga, da zanîn ku tishtek bi serê wî de bê Midûriyeta Polîsan ya Agirî berpirsiyare.

Firatnews

Antworten

« zurück zum Forum