Karayilan: Têkiliyên me bi DYA û Tirkiyeyê re nîne

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer

Karayilan: Têkiliyên me bi DYA û Tirkiyeyê re nîne

von GulaKurdistane am 29.10.2010 22:37

Hewlêr, 29 Cotmeh (AKnews) – Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Murat Karayilan, diyar kir, têkiliyên wan digel Hikûmet Tirkiyeyê û DYAyê nîne. Karayilan, got, têkiliyên wan bi hikûmetê re “ne rasterast” e û bi DYAyê re jî, herî dawî sala 2004ê hevdîtin pêk anîne.

karayilanKarayilan, di hevpeyvînekê de digel rojanameya Tirkiyeyê Radikal, derbarê hebûna têkiliyên PKKê bi hikûmetê re wiha bersiv da, “Ji bo ku ev pêvajo bi serkeftî pê$ve biçe, her ti$tek li her cihî nayê gotin.” Karayilan diyar kir ku têkiliyên PKKê bi hikûmetê re ne rasterast e û woha pê de çû:

“Ji bilî hevdîtinên bi Îmraliyê re, tu hevdîtinên wisa pêk nehatine. Têkiliyên me yên rasterast bi hikûmetê re nîne. Ji bo me, hevdîtinên bi Îmraliyê girîng in, heta niha muzakere nîne lê di asta diyalogê de ye. Ev jî ne diyar e ka dê heta kengê bidome.”

Karayilan, got, hevdîtina PKKê bi DYAyê re, herî dawî 2004ê çê bibû ku ew jî ji aliyê grûba ku ji PKKê veqetiyabû, pêk hatibû û da zanîn, “DYA û YE, heke bixwazin dê pirsgirêka kurd çareser bikin, lê ew vê yekê naxwazin.”

Serokê Konseya KCKê, behsa têkiliêyên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) digel DYAyê jî kir û got, vê gavê tu têkiliyeke PJAKê digel DYAyê nîne. Karayilan, destnîÅ$an kir, ji ber ku Îran niha di rewÅ$eke tengav de ye, naxwazin li dijî wî welatî $er bikin.

Murat Karayilan, derbarê $erê navxwe yê kurdan jî wiha axivî:

“Hemû partî û rêxistinên kurd, dizanin ku $erê navxwe zirareke mezin dide kurdan. Ji ber wê, ez bawer nakim $erê navxwe yê kurdan biqewime. Kîjan dest bi $erê navxwe bike, dê ji aliyê siyasî de were tunekirin.”

Karayilan, anî ziman ku têkiliyên PKKê digel Îsraîlê nîne û got, “Em rêzê ji bo mafê jiyanê yê Îsraîlê li Rojhilat Navîn digirin, heke pirsgirêka kurd u Filistînê çareser bibe, dê a$tî were rojhilata navî.”

Antworten Zuletzt bearbeitet am 29.10.2010 22:39.

« zurück zum Forum