Karayilan: Xweseriya demokratîk projeya çareseriyê ye

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer

Karayilan: Xweseriya demokratîk projeya çareseriyê ye

von GulaKurdistane am 25.12.2010 01:09



Hewlêr, 24 Kanûn (AKnews) – Serokê Desteya Rêveber a Koma Civakên Kurdistan (KCK) Murat Karayilan, projeya “xweseriya demokratîk” weke projeya çareseriyê ya kurd bi nav kir. Karayilan, wiha axivî, “$iklê parastina cewherî dê di muzakereyên digel dewletê de zelal bibe.”
Li gorî nûçeya ANFê, Karayilan, diyar kir, aliyê kurd “xweseriya demokratîk” weke projeya xwe ya çareseriyê amade kiriye, lê hikûmet ne xwedanê îradeya çareseriyê ye. Karayilan, wiha anî ziman, “Zihniyeta çareseriyê derneketiye holê. Pirsgirêk di vir de ye. Heke zihniyeta çareseriyê derketiba holê de pê$waziyek erênî li van nîqa$an hatiba kirin.”

Karayilan, diyar kir, divê gelê kurd jiyana duzimanî ava bike û wiha domand:

“Pênc meh e pêvajoya agirbestê didome. Lê gavekî cidî ji bo çareseriyê nehatiye avêtin. Hikûmetê tu projeyek pê$kê$ nekiriye. Bi ‘komxebata xweseriya demokratîk’ çareserkirina bingehîn a pirsgirêkê ketiye rojevê. Helebet, cihê ku xweseriya demokratîk hebe, dê al, amblem û meclisa wê jî hebe. Ev proje, projeya kurdan a çareseriyê ye. Projeya AKPê nîne.”

Karayilan, derbarê mijara parastina cewherî de jî got, ev mijar dê di muzakereyên digel dewletê de zelal bibe.

KCKê, heta hezîrana 2011ê agirbeat ragihndibû.

AKnews

Antworten

« zurück zum Forum