Karayılan: Daxwaza me agirbesta mayînde ye
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Kurdewari
Gelöschter Benutzer
Karayılan: Daxwaza me agirbesta mayînde ye
von Kurdewari am 28.10.2010 14:28Karayılan: Daxwaza me agirbesta mayînde ye
Hewlêr, 28 Cotmeh (AKnews) – Serokê Konseya Rêveber a KCKê Murat Karayilan, diyar kir ku ew digel domandina agirbestê ne lê ew ê li benda gavên aliyê dîtir bin.
karayilanKarayilan, ji rojnameya Radîkal ku li Tirkiyeyê diweÅe re axivî. Karayilan da zanîn ku ew dixwazin agirbest bidome û got, diviya gavên pêbawer werin avêtin. Karayilan, ashkere kir ku rawestandina operasyonan dibe ku gavek ji vana be û weha pê de çû:
“Pêshxistina pêvajoya diyaloga digel Ocalan gelek girîng e. Em çaverê ne, hê me biryar nedaye. Ligel nêzîktêdayîna neyînî jî diviya em helwesteke xweshbîn nîshan bidin. Hin tisht jî hene bêyî me diqewimin. Daxwaza me agirbesta mayînde ye. Bêdegkirina çekan, diyalog û destpêkirina muzakereyan e. Roj girîng in, em dishopînin, çaverê ne, em ê li gorî rewshê biryarê bidin.”
Karayilan, da zanîn ku heke li bajarên mezin jî çalakî çêbin, ew naxwazin tu sivîl bêne kushtin û got, “Demên berê jî çêbûbûn, lê êdî nabe” û bal kishand ku ew hêzên xwe li gorî vê yekê perwerde dikin.
Murat Karayilan, li ser pirsekê got, ne mimkûn e ku PKK teslîm bibe an jî bi riya shîdetê bête tasfiyekirin û weha domand, “Lê ev jî heye, em jî nikarin zora dewletê bibin. Wer xuya ye ne em bi wan, ne jî ew bi me dikarin. Çareserî jî li ser vî binemayî ava dibe. Heke sher bidome dê ji her du aliyan jî gelek windahî çêbin.”
Karayilan, bi bîr xist ku dewletê bi destê AK Partiyê polîtîkayeke nû ya Kurdan afirandiye ku ev jî li ser “înkarê” ye û daxwaza “xweseriya demokratîk” dubare kir.
Li ser pirsa, “Ocalan, di hevdîtina xwe ya bi parêzerên xwe re dabû zanîn ku wî hem ji Qendîl hem jî ji hikûmetê re name shandiye, we bersiv neda Ocalan?” Karayilan ev bersiv da:
“Me nameya Ocalan bersivand, lê ji ber hin tengasiyan dibe negihîshtibê. Ocalan, nameyeke bi perspektîfa çareseriyê bi rê kir. Xwest pêvajo cidî bê dîtin. Me di bersiva xwe de, jê re got, hin fikarên me hene lê di tu mercî de em ê wî bi tenê nehêlin, em bi awayekî stratejîk nêzî pêvajoya diyalogê dibin, diyalogên ku ew li wê derê dimeshîne em jî li vê derê pratîze dikin.”
Aknews