Keshtiya Nuh nakokî xiste navbera zanayên ayînî yên kurd û Shîe

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Keshtiya Nuh nakokî xiste navbera zanayên ayînî yên kurd û Shîe

von Kurdewari am 20.01.2011 13:52

Keshtiya Nuh nakokî xiste navbera zanayên ayînî yên kurd û Shîe

19ê Rêbendan 2011/21:18



Di Kongreya Navdewletî ya Gotûbêja Olan ya li bajarê Necefê de, li ser şûna keştiya Nuh nakokî ket navbera shandeya herêma Kurdistanê û serokê desteya birêvebirina wê kongreyê.

Rewshenbîr û zanayê olî yê Shîe Sami Bedrî di lêkolîna xwe ya di vê kongreyê de got; “Keshtiya Nuh di shûneke nêzik bajarê Necefê de ye û mirovayetî ji nû ve ji axa Necefê derketiye.”

Her di dema axaftina Samî de nûnerê Muqteda Sadir, Serokê Divana Weqfi Shiê û çend zanayên ayînî yên Shîe piştgirî dan axaftina wî.

Lê ji aliyê Serokê Yekîtiya Zanayên Olî ya Kurdistanê Melle Ebdullah Melle Seyid bi çend belgeyan bersiva bîr û ramanên Shêx Samî Bedrî û Zanayên SHîê da û got; “Keshtiya Nuh li çiyayê Cudî li Bakûrê Kurdistanê ye û ji aliyên tu zanayên shîe ve ji bo selmandiya berevajiya wê rastiyê jî çi belge nehatin pêshkêshkirin.”

Hêjayê gotinê ye Samî Bedrî ji bilî ku Serokê Desteya Birêvebirina Kongreya li Necefê ye ku li 16-18ê vê mehê bi rê ve çû, yek ji zana û bîrmendên hewzeya îlmê ya Necefê ye û zêdetirî 100 pirtûk û dehan lêkolînên wî hene.


DengeAzad

Antworten

Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Re: Keshtiya Nuh nakokî xiste navbera zanayên ayînî yên kurd û Shîe

von Kurdewari am 20.01.2011 13:55

Heta heta yê bela xwe ji me Kurda venakin. Xwedê hûnê biteqin. Ma gora nebî Nuh ne li Cizîra Botane? Ma keshtîya wê li gor Quran ê ne li çîya yê Cûdî danî ye? Heta Zana yên li Israîlê derxistin ku Keshtîya nebî Nuh li çîya yê Cûdî danî ye.

Ku mirov herê Cizîrê û li gundeka ji wa mirov darî Cûdî bikê mirov dibînê ku cihê Keshtîya nebî Nuh xwîya dikê.

Nebî Nuh û Necef çi gotine hev?

Antworten

« zurück zum Forum