Konferenz von Mela Mistefa Barzanî in Amed
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Kurdewari
Gelöschter Benutzer
Konferenz von Mela Mistefa Barzanî in Amed
von Kurdewari am 06.03.2011 22:17Konferansa Mustafa Barzanî li Amedê pêk hat
Diyarbekir, 6 Adar (AKnews) – Konferansa Mele Mustafa Barzanî ku ji aliyê Koma Diyalogê ya Dîcle Firatê ve hate organîzekirin, li Amedê pêk hat. Di konferansê de, ji bo Barzanî helbest hatin xwendin û aliyên wî yên siyasî, bîrdozî, leshkerî hatin vegotin.
barzanikonferansKoma Diyalogê ya Dîcle Firatê, ji bo pêshengê kurdan Mele Mustafa Barzanî ku 32 sal berê jiyana xwe ji dest da, li Salona Dawetê ya Kaplan, konferansek li dar xist. Serokê Komeleya Dostaniya Kurd û Tirkan Felakedîn Kakeyî, Nûnerê PDK’ê yê Tirkiyeyê Omer Mêranî, Prof. Dr. Shukriye Resul, Serokê Gishtî yê HAKPAR’ê Bayram Bozyel, Sharedarê Sûrê Abdullah Demîrbash, Mela Suleyman Kurshun, rêveberên Lêgerîna Kurdên Demokrat (LKD) û gelek kes, tevli konferansê bûn.
Axaftina vekirinê ji aliyê kordînatorê konferansê Mihyedîn Batmanî ve hate kirin. Batmanî, diyar kir ku ger Mele Mustafa Barzanî ne kurd bûya, dê li cîhanê pir navdar bûya, Xelata Ashtiyê ya Nobelê bistenda, lê ji ber ku kurd bû, ev tisht pêk nehatin.
Pishtre Sharedar Demîrbash, axivî. Demîrbash jî destnîshan kir ku heta di navbera kurdan de yekîtî çênebe, zanebûn bi pêsh nekeve, dê kurd nikaribin bi ser bikevin û bang li hemû kurdan kir ku tifaqa xwe zêde bikin.
barzanikonferansSerokê HAKPAR’ê Bayram Bozyel jî, di axaftina xwe ya kin de peyamên yekitiya kurdan da. Di konferansa ku ji bo Mele Mustafa Barzanî helbest û sirûd hatin xwendin de, yek ji melayê kurd Suleyman Kurshun axaftineke balkêsh kir. Kurshun, bal kishand li ser bûyerên ku li Tunus, Misir û Lîbyayê diqewimin û wiha got:
“Bi serhildanên li wan welatan encax hikûmet biguherin, yek biçe yek bê. Her dê dewlet li cihê xwe bimîne. Lê rewsha kurdan ne wisa ye. Em hêj nebûne xwedî dewlet. Ger em xeletiyek bikin, dê destketftiyên ku bi xwîna shehîdan hatine bidestxistin, têk biçin. Em kurd em ê nehêlin ev destkeftiyên me bi destên çepel bêne hilweshandin. Ez bang li hikûmetê jî dikim ku neheqiyên ku têne kirin ji holê rake û gavên adilane û heqiyane bavêje.”
barzanikonferansFelakedîn Kakeyî jî, di axaftina xwe de da zanîn ku wî ji Herêma Federal a Kurdistanê silavên Mesut Barzanî anîne û destnîshan kir ku Barzanî jê re gotiye ew pir dixwaze kurdên li Tirkiyeyê mafên xwe bi dest bixin û bigihijin armanca xwe. Nûnerê PDK’ê yê Enqereyê Omer Mêranî ku ji AKnewsê re axivî, ji ber konferansa ku çêkirine spasiyên xwe ji gelê Diyarbekirê re pêshkêsh kir û da zanîn ku ew ji vê konferansê gelek shanaz û kêfxwesh bûne. Mêranî, wiha axivî:
“Di vê konferansê de jî hate dîtin ku nemir Mustafa Barzanî shexsiyeteke pir giranbuha ye. Hemû partî û rêxistinên kurdan, gelê kurd qedr û qîmeteke mezin dide wî. Qedrê Barzaniyê nemir li gel kurdên lîberal jî sosyalîst jî, demokrat jî û oldar jî heye. Ev yek nîshan dide ku Barzanî hêlîna xwe di dilê gelê xwe de çêkiriye.”
Aknews