Koreya Başûr û ya Bakur amadekariya şer dikin

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer

Koreya Başûr û ya Bakur amadekariya şer dikin

von GulaKurdistane am 30.11.2010 15:18

Hewlêr, 30 Mijdar (AKnews) – Tetbîqata le$kerî ya hevpar a Koreya Ba$ûr û DYAyê ket roja sêyemîn û Koreya Bakûr yekem car detayên bernameya xwe ya nukleerî a$kera kirin.

Koreya Bakûr, da zanîn ku, di avahiyên nukleerî de bi hezaran santrifujên wan hene.

Di ajansa resmî ya Koreya Bakûr KCNAyê de hate destnî$ankirin ku, pê$ketina enerjiya nukleer a Koreya Bakûr, dê bo armancên a$tiyanê ba$tir bibe.

Tê texmînkirin ku heta niha Koreya Bakûr 2 testên nukleerî kirine û di destê wê de metaryalên ku parçe bibin hene û bi van dikare ji 6 heta 12 bombeyan çêbike.

Venêrên navneteweyî, par ji Koreya Bakur hatibûn derxistin.

Washingtonê îdia dikir ku, ji sala 2002ê ve, Koreya Bakur bernameya nukleerî dime$îne.

Li aliyê dîtir, tetbîqata le$kerî ya DYA û Koreya Bakur a 4 rojan ku, tê payîn sibê bidawî bibe, ser sînorê didome. 11 ke$tî, hêzên hewayî û 7300 personel be$darî tetbîqatê bûne.

Li gorî nûçeya CHAyê, Koreya Ba$ûr ser sînorê le$ker û alawên le$kerî kom dike.

Li gorî nûçeyê, di qeraxên girava Yeonpyeongê de, rêyên sereke ji hêla le$keran ve hatin girtin û tank û bataryayên topan li vê derê hatin bicihkirin.

Koreya Bakûr, di 23ê mijdarê de, bi topan êri$ kiribû ser girava Yeonpyeong a Koreya Ba$ûr û di encamê de 2 le$ker û 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dabû.

(AKnews)

Antworten

« zurück zum Forum