Kosret Resul: Dema dewleta Kurdî hatiye

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Biji_Kurdistan

26, Männlich

  Fortgeschritten

Beiträge: 71

Kosret Resul: Dema dewleta Kurdî hatiye

von Biji_Kurdistan am 06.10.2011 14:53

 Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resul Elî, daxwaza yekrêziya mala Kurd dike li Herêma Kurdistanê û dibêje:

''Ev yekrêziya han pêwist e, ji ber êdî dema wê hatiye Kurd wek neteweyeke mezin dewleta xwe rabighînin.''
Bi baweriya Cîgirê Sekreterê YNK-ê Kosret Resul, divê Kurd ji bo armanceke mezin xwe rêkbixin ku ew jî ragehandina dewletekê ye û êdî li benda kesî nemîne; ji ber mafê rewa yê gelê Kurd e, divê her were cîh piştgirî lê bê kirin.
Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Aso, Kosret Resul, behsa guherankariyên navxwe û welatên Rojhilata Navîn dike û bo herdûkan jî helwêsta wî ew e ku divê pêngavên demokratîk bên avêtin, gel azad bibin û ew bi xwe mafê çarenivîsa xwe diyar bikin.
Derbarê rewşa Herêma Kurdistanê de Kosret Resul, diyar kir ku piştgiriya reformên hikûmeta herêmê dike û got: ''Hikûmetê pêngavên girîng avêtine, wek mînak jî; hevkariya ciwanan, hevkariya zewacê, çêkirina xaniyan û kesên bêkar.''
Derheqê pirsgirêkên hilawestî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî, Kosret Resul nerînên xwe wiha tîne ziman: ''Pêwist e ew pirsgirêk werin çareserkirin, çûna şanda Herêma Kurdistanê bo Bexda jî amadekariyeke bo civîna navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistan û Bexdayê.''
Li ser guherankariyên Rojhilata Navîn ku wek ''Behara Erebî'' tên binavkirin, navbirî dibêje: ''Mafê hemû gel-ekî ye ku bi awayekî modern daxwaza guherankarî û demokrasiyê bike û evna mafekî herî seretayî ye.''
Di mijara meseleyên navxweyî de Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK-ê Kosret Resul Elî, li ser bihevre jiyan û hevqebûlkirina di navbera opozîsyon û desthilatê de rawestiya û axaftina xwe wiha qedand: ''Ez piştgiriya civînên navbera Serokê Herêma Kurdistanê û aliyên opozîsyonê dikim. Herwiha herdem mim piştgiriya encamdana reforman jî kiriye ku hikûmetê ji xwe re kiriye armanc.'' Rûdaw

avestakurd   

Antworten

« zurück zum Forum