Kurd deng nadin bûdceya 2011ê ya Iraqê

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer

Kurd deng nadin bûdceya 2011ê ya Iraqê

von GulaKurdistane am 26.12.2010 14:53



Hewlêr, 26 Kanûn (AKnews) - Endamê Bloka Kurdistanî Burhan Mihemed hi$yarî da ku ew deng nadin bûdceya 2011ê eger ew nehê hemwarkirin û guhartin.

Burhan Mihemed ji AKnewsê re daxuyand, “Bloka Kurdistanî dê di civîna îro de bertek û pê$birya projeyasaya bûdceya Iraqê ya sala 2011ê bike, eger ew ji nû ve nehate xwendin.”

Mihemed ronî kir ku projeyasaya bûdceya Iraqê ya sala 2011ê beriya avakirina komîteya darayî hatiye xwendin û ew li dijî destûrê ye, lewma divê ew niha ji aliyê komîteyê ve bihête xwendin.

Ji aliyekî dî ve endamê Bloka Kurdistanî Seîd Resûl Xwe$naw berê ji AKnewsê re axivî û wiha got, "Komek kêmûkurtî di projeyasaya bûdceya Iraqê ya sala 2011ê hene ku ji aliyê Encûmena Wezîran de hatiye $andin bo parlamentoyê û hindek birgeyên yasayê li dijî berjewendiya kurdan in.”

Xwe$naw daxuyand ku li gor birgeya (B) benda yekê ji projeyasayê, be$ê bûdceya Herêma Kurdistanê girêdide bi hinartina nefta herêmê bo derve, ev Metirsiyeke mezin ji bo herêmê.

Birêveberê karûbarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Seîd Xalid jî ji AKnewsê re axivî û wiha got, “Li gor projeyasaya bûdceya Iraqê ya sala 2011ê, 1 tirliyon û 700 milyar dînarê iraqî ji be$ê bûdceya Herêma Kurdistanê ya sala2011ê tê birîn.”

Hêjayî gotinê ye ku Bloka Kurdistanî li ser nakokiya projeyasaya bûdceya Iraqê ya sala 2011ê, Parlamentoya Iraqê bi cih hi$t û ji dani$tinê vekê$anê, wek protesto li ser hin bendên di wê projeyasayê de.

Quelle

Antworten

« zurück zum Forum