Li Çewlîkê operasyon

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Mezrecux
Gelöschter Benutzer

Li Çewlîkê operasyon

von Mezrecux am 20.10.2010 17:17

ÇEWLÎK - Hat ragehandin ku yekîneyên ve$artî yên girêdayî artê$a Tirk li herêma Perxanê ya Çewlîkê li dijî gerîllayên HPG'ê operasyonên nuxteyî dane destpêkirin. Operasyonên $irnex û Amedê jî, bê encam $ûnde veki$iya.

Li gor daxwiyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (NÇR-HPG) artê$a Tirk li devera Perxanê ya girêdayî Çewlîkê vê sibehê operasyonekê da destpêkirin. Di daxwiyaniyê de hat destnî$ankirin ku bi yekîneyên neyînî bi ser ve girtinên nuxteyî operasyona hatiye destpêkirin. Herçiqas di daxwiyaniyê de derbarê hûrguliyên operasyonê de zêde agahî nahatibe dayîn jî; lê têde tê diyar kirin ku bi zelalbûna agahiya dê zêdetir operasyona navbirî ji raya gi$tî re rabigihînin.

OPERASYONÊN BÊ ENCAM $ÛNDE VEKI$IYAN,

Operasyonên ku du roj berê li Amed û $irnexê hatibûn destpêkirin bê encam $ûnde veki$iyan. NÇR-HPG da zanîn ku operasyona ku di 18 Cotmehê de ji aliyê artê$a Tirk ve li Amedê li herêma '$ehît Remzî' hatibû destpêkirin; doh êvarê, bê encam $ûnde veki$iyaye. Herwiha navenda çapemeniya navbirî da zanîn ku di 18 Cotmehê de operasyona ku li navçeya Bê$ebabê ya bajarê $irnexê hatibû destpêkirin, doh pi$tî dana nîvroyê, veki$iyaye.

ÊRÎ$ÊN TOPAN LI SER HERÊMÊN PARASTINA MEDYAYÊ DIDOMIN
Êrî$ên topan yên artê$a Tirk ku bê navber li ser bênavber li ser Herêmên Parastina Medya didomin, vê carê jî herêma Ava$în ji xwe re kir mebest. Li gor daxwiyaniya NÇR-HPG'ê di 18 Cotmehê de di navbera demjimêr 05:30 û 06:00 de newala Ava$în a Zagrosê ya li ser Herêmên Parastina Medyayê ji aliyê artê$a Tirk ve bi obûs û hawanan hat bombekirin.

Di daxwiyaniyê de hat ragehandin ku her heman rojê, roja 18 Cotmehê berpalên Çiyayê Xantûr a herêma Heftanînê û herêmên $ehîd Cîger di navbera demjimêr 22:30 û 00:30 de bi obûs û hawanan hatin bombekirin.

ANF

Antworten Zuletzt bearbeitet am 20.10.2010 17:20.

« zurück zum Forum