Li hemberî girtina Sedat Karadag nerazîbûn

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Sterka_Amede

31, Weiblich

  Fortgeschritten

Beiträge: 121

Li hemberî girtina Sedat Karadag nerazîbûn

von Sterka_Amede am 04.01.2011 15:20

Girtina Berdevkê DYG‘ê yê Geverê Sedat Karadag ê li navçeya Gevêrê ya Colemêrgê bi guleya le$keran bi giranî hatibû birîndarkirin, ji aliyê Koordînasyona Komaleyên Ciwan ve hate $ermazerkirin



Koordînasyona Komalên Ciwan li ser girtina Berdevkê DYG‘ê yê Geverê Sedat Karadag bi daxuyaniyeke nivîskî da û girtina Karadag $ermezar kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Di serî de Rêber Apo, tevgera me ya azadiyê û gelê me bi sebr û biryar têko$îan a$tiyê dide me$andin. Lê bi înkar û nêzîkatiyên fa$îzane bersiv tê dayîn.”

Di daxûyaniyê de hate gotin ku êdî gelê kurd li welatê xwe naxwaze $ert û mercên girtî de bijî û daxwazî ya xwe bi rêve birinê gihi$te asteke ku nayê astengkirin. Daxuyanî wiha domand,“Êdî tîr ji kevanê derketiye, Li hemberî me$a kurda ya serkeftina dewleta tirk bi awayakî hovana $er dibe ser. Di van êri$an de serî zêde ciwanên kurd para xwe digire. Ciwanên kurdistanê bi têko$îna xwe helwest û êrî$ên dewleta metînger vala derxistine. Her kesekî bi rêxistin kirin ê gelê kurd nî$ane vê yekê ye. Di rojên dawî de ciwanên kurd bûne armanc, di zanîngeh de û li her qadê êrî$ li ser wan têkirin. ”
Di daxûyaniyê de tê a$kera kirin ku bi girtina Karadag, ciwanên kurd tên armanç kirin û wiha pê de çû: “Ligel ku Sedat Karadag hê rew$a wî girane hatiye girtin, ev ji hêla ciwanên Kurdistanê ve nayê qebûlkirin. Ev nî$aneya ku hewldana înfazê bi $iklekî cuda tê kirin“.

Di daxuyaniya koordînasyona komalên ciwan de bang li ciwanên kurd tê kirin ku têko$îna xwe bilind bikin. Daxuyanî, wiha dom kir;“Hikumeta AKP‘ê dixwaze ku ciwanên kurd ên têko$ina azadiyê dime$înin înfaz bike. Ev ji bo hinceta ku em têko$îna xwe bilind bikin. Divê ku ciwanên Apocî nî$an bide ku ew xwe diparêze. Dîsa bidin nî$an ku dê di êri$ên li hemberî xwe û gelê xwe bê bersiv nahêle. Em bi munasebetê bang li ciwan dikin ku têko$îna xwe bilind bikin her derê veguherîne çeperê têko$în û berxwedanê.”

Quelle

Antworten

« zurück zum Forum