Li Hewlêrê resepsiyona Komara Tirkiyeyê

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer

Li Hewlêrê resepsiyona Komara Tirkiyeyê

von GulaKurdistane am 30.10.2010 14:57

Hewlêr, 30 Cotmeh (AKnews) – Li paytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê, ji bo salvegera 87ê ya damezrandina Komara Tirkiyeyê resepsiyonek hate dayîn.

Resepsiyona ji aliyê Serkonsolê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Aydin Selcen ve li Salona Konferansê ya Mamosta Abdullah Saad hate lidarxistin, Serokê Herêmê Mesûd Barzanî û gelek kes vehewandin.

Di resepsiyonê de, li rex ala tirkan, ala Iraq û ya Kurdistanê jî liba bû.

Serkonsol Selcen, da zanîn ku armanca wan e ku di navbera herêm, Iraq û Tirkiyeyê de entegrasyoneke bi tevayî bête pêkanîn û bi bîr xist ku serdana Barzanî ya meha Hezîranê ji bo têkiliyên wan mîladek e.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuat Husên, ji CHAyê re diyar kir ku cara yekem e resepsiyoneke weha tê lidarxistin û bal ki$and ku ev nî$ana wê ye ku têkiliyên navbera herêm û Tirkiyeyê de gelekê bi pê$ ve çûne.

Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Sefin Dizayî jî derbarê $evê de got, “Êdî em ê defterên berê bigirin û berê xwe bidine siberojê. Em ê berê mirovan bidin dostanî û pêkvejiyanê.”

Di resepsiyonê de, Aydin Selcen, hevjîna xwe Melis û keça xwe ya biçûk Atlas bi Mesûd Barzanî dane naskirin.

Antworten

« zurück zum Forum