Li Îranê ‘Mûsevî û Kerrobî hat girtin’

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Li Îranê ‘Mûsevî û Kerrobî hat girtin’

von Kurdewari am 01.03.2011 13:34

Li Îranê ‘Mûsevî û Kerrobî hat girtin’



Hewlêr, 1 Adar (AKnews) – Lî Îranê, hat gotin lîderên muxalifên hikûmetê Mîr Huseyin Mûsevî û Mehdî Kerrobî, ku ji di hepsa malê de bûn, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin.

Mir Hossein Mousavi and Mehdi KarroubiLi gorî nûçeya malpera "Kalameh" ya nêzîkî Mûsevî, Mûsevî û Kerrobî, ku ji 14ê Sibata 2011ê ve di hepsa malê de bûn, duh ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin û niha li Girtîgeha Hişmetiye ya Tehranê de ne.

Lê heta niha tu daxuyaniyek fermî derbarê qebûl yan jî redkirina vê nûçeyê de nehatiye dayîn.

Pishtî ku lîderên muxalif Mûsevî û Kerrobî, bi mebesta pishtgirî li shoresha Misr û Tûnisê, daxwaza lidarxistina xwepêshandanê kiribûn, ji aliyê dewletê ve di mal de hatibûn hepskirin û hemû têkiliyên wan bi derve re hatibûn qutkirin.

AKnews

Antworten

« zurück zum Forum