Mîranî: “Ji bo çareseriyê PKK dikare xebatên xwe bike du besh”

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Mîranî: “Ji bo çareseriyê PKK dikare xebatên xwe bike du besh”

von Kurdewari am 14.11.2010 12:01

Mîranî: “Ji bo çareseriyê PKK dikare xebatên xwe bike du besh”



Sekreterê gishtî yê PDK’ê Fazil Mîranî di bernameya Emroyê ya Kurdistan TV’ê de diyar kir ku ew dixwazin agirbesta ku ji aliyê PKK’ê ve hatiye ragihandin mayînde be.


Mîranî li ser pirsa “Hûn derbarê dirêjkirina dema agirbestê ji aliyê PKK’ê ve çi dibêjin, hûn pishtgirî didin gavên bi vî awayî?” wiha got: “Bi ya me agirbest ji sher, ashtî jî ji agirbestê bashtir e. Ji bo ashtiyê em daxwaza agirbesteke mayînde dixwazin. Pirsa kurdî ya li Tirkiyeyê ne ya partiyekê, belku ya milletekê ye. Helwesta me wek PDK li ser vê meseleyê ashkere ye. Em bêjin ku pêshmergeyên PKK’ê neman, e bash e dê çi bi serê 18 mîlyon kurdan be? Di vî warî de hesteke me ya nishtîmanî heye. Îro rêlibervekirinên derbarê ziman û azadiyê bo kurdan pir girîng in. Her çend e navê kurdan tê de derbas nebe jî, guhartinên destûrî yên ji aliyê AKP’ê ve gavên girîng û wêrek in, kurd jî dikarin sûd ji wan werbigirin. Wek mînak hêza arteshê lewaz bûye, navên gundan dibin kurdî. Televîzyonên kurdî tên vekirin. Ev digel me tishtên asayî ne lê li Tirkiyeyê pir girîng in. Wek tê zanîn berê ev hemû qedexe bûn. Ev di mercên Tirkiyeyê de shoresh in.”


Mîranî amaje bi girîngiya dirêjkirina dema agirbestê ji aliyê PKK’ê ve kir û got: “Ew biryara PKK’ê biryareke eqlane ye. Her çend e ev ne karê me ye, bi ya min PKK ji bo çareseriya pirsa kurdî dikare xebatên xwe bike du besh ku pêk bê ji baskên leshkerî û siyasî.”

Dengeazad

Antworten

« zurück zum Forum