Nasnameya 3 gêrîllayên jiyana xwe ji dest dan aşkere bû

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


MeLo.21
Gelöschter Benutzer

Nasnameya 3 gêrîllayên jiyana xwe ji dest dan aşkere bû

von MeLo.21 am 05.08.2010 09:57

DEMHAT TOLHILDAN
17:23 / 04 Tebax 2010 BEHDÎNAN-

- Agahiyên berfireh yên di derbarê du çalakiyên cûda yên gêrîllayên
HPG’ê li navçeya Sêrt Dihê pêk anî de hatin ragihandin. Hat ragihandin gêrîllayan di çalakiyên xwe de saziyên dewletê kirin hedef, di encam de artê$a Tirk gelek windahî da, 3 gerîllayan jî jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê agahiyên berfireh yên di derbarê çalakiya gêrîllayan ya 2’ê Tebaxê li Dihê pêk anîn ragihand.

GÊRÎLLAYAN DESTPÊKÊ RÊ QUT KIRIN Û DEST DANÎN LI SER WESAYÎTAN

Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê gêrîllayan li ser riya di navbera $irnex û navçeya Dihê ya Sêrtê de rê qut kirin û dest danîn ser du wesayîtan. Pi$tî wê gêrîllayan berê xwe dan navendên le$kerî yên li navenda Dihê.

PI$TRE BERÊ XWE DAN AVAHIYÊN DEWLETÊ

Pi$tî gêrîllaya çûn hindirê navçeyê, avahiya qeymeqamtiya Dihê, avahiya leşkeran, lojmanên polîs û cendirmeyan û emniyeta miduryetê kirin hedef. Pi$tî wê pevçûn qewimî. Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê pevçûn heta saet 01.00 ê 3 Tebaxê berdewam kir û le$kerên Tirk gelek windahî dan.

LE$KERAN BI DIZÎKÎ VE CENAZEYÊN XWE VEDI$ÊRIN

Di daxuyaniyê de hat gotin ku le$kerên Tirk bi dizîkî vecenazeyên miriyên xwe bi 3 helîkopterên tîpa Skorsky ji navçeyê rakirin û birine. Artê$a Tirk bi vî awayî windahiyên xwe ji raya gi$tî vedi$êre.

KOZIKA LE$KERAN JI HOLÊ HAT RAKIRIN

Hat diyarkirin ku jimara windahiyên le$kerên Tirk nehat a$ekerekirin. Di çalakiyê de eminiyeta Miduryetê $ewitî û kozikek ya le$keran ji holê hatiye rakirin. Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê di daxuyaniyê de da diyarkirin, le$keran pi$tî çalakiyê bi helîkopterên kobra herêmê bombabaran kiriye û agir berdaye derdorê.

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya xwe de da diyarkirin ku çalakiya gêrîllayan pêk anî de 3 gerîllayan jiyana xwe ji dest dane. HPG’ê diyar kir ku gêrîlla pi$tî 24 salan bi giyanê fedayî yê Apoyî jibo bîranîna 15’ê Tebaxê, çalakiyê pêk anîne û di encam de 3 gerîllayan jiyana xwe ji dest dane.

Nasnameya gêrîllayên jiyana xwe ji dest dane wiha ye: Filîz Talu ya bi nasnavê Silav Amed 2004 tevil bûye, Tuncay Dademir yê bi nasnavê Kendal Ararat sala 2004 tevil bûye, Elî Aksû yê bi nasnavê Serdem Fedekar sala 2009 tevil bûye.

Antworten

« zurück zum Forum