Neçîrvan Barzanî: Wenn es nach mir gehen würde, würde ich Abdullah Öcalan freilassen
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Kurdewari
Gelöschter Benutzer
Neçîrvan Barzanî: Wenn es nach mir gehen würde, würde ich Abdullah Öcalan freilassen
von Kurdewari am 22.07.2011 12:32Nêçîrvan Barzanî: Ez bûma minê kilîla dergehê Îmraliyê vekira
STENBOL, 22/7 2011 — Kolumnîstê rojnameya tirkî Milliyetê, Hasan Cemal di nivîsara xwe ya îro de behsa gurme-gurma dihola Åerî ya li Tirkiyeyê dike û dibêje serokwezîrê berê yê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jê re gotiye heger ew bûya wî dê qufla dergehê Îmraliyê vekira û Ocalan derxista.
Hasan Cemal dibêje hêdî kontrola rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî bi temamî li ser PKK-ê nîne û dibêje meha borî dema ko ew li Hewlêrê digel serokwezîrê berê yê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî – ko dosyaya kurdên bakur jî li ber destê wî ye – axivî wî ji Barzanî pirsî:
— Gelo gava pêshiyê ya ko têkiliya prisa [kurdî] ya bi shidetê re qut bike û di nêv demê de PKK-ê ji çiyayan bîne xwarê, yanî bi rastî gava pêshiyê dikare çi be yan divêt çi be?
Û Nêçîrvan Barzanî wiha bersiva Hasan Cemalî dide:
— Heger ez bim, ez dê wekî gava pêshiyê destê xwe bavêjim kilîla dergehê odeya Ocalanî ya li Îmraliyê û ez dê kilîlê babidim.
Hasan Cemal gotineka bêçaretiya halê rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî jî wiha neqil dike:
— Ez vekirî dibêjim, ji bilî min ti kes nikare [wisa bike ko PKK] dest ji sîlehan berde. Ji bo ko ez rola xwe bilehîzim divêt shert bo min bên amade kirin. Ez dê li dorûbera xwe binêrim ka çi heye û çi nîne. Ji bo bêdengkirina sîlehan heger îmkanên pêwist bo min neyên berdest kirin ev pevçûn dê berdewam bike.
Û pashê jî Hasan Cemal qenaeta xwe wiha dinivîsîne:
— Yanî Ocalan dibêje: ”Ez di nêv shertên îro yên li Îmraliyê de nikarim tam bibim hakimê rewshê. Ji bo ko ez bikarim teqîb bikim ka çi diqewime îmkanan bidin min. Bila ez hêsanîtir û zûtir bikarim têkiliyê bi derve re danim”.
Hasan Cemal dibêje ew dengê dihola sherî ji her aliyî ve dibihîse û dibêje sher û pevçûn ne rêyên çareserkirina vê problemê ne û di netîceyê de her lihevkirin lazim e.
Nefel