Neuer kurdischer Sender NûçeTV
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Neuer kurdischer Sender NûçeTV
von Azadiyakurdistan am 05.03.2012 00:09
Hewlêr, 4 Adar (AKnews) - Kanalek din tevlî cîhana çapemeniya Kurdistanê bû. Yekem kanala nûçeya ya bi navê NÛÇE TV ya Kurdistanê sibe dest bi weşanê dike.
Li gorî nûçeya ANFê, kanala bi navê NÛÇE TV ya ku bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Dimilkî, Hewremanî yên Kurdî û her wiha bi zimanên Tirkî û Îngilîzî weşanê bike, wê sibe li ser peykerê dest bi weşanê bike.
NÛÇE TV ya ku girêdayî Şîrketa Broadcasta Mezopotamyaya Danîmarkayê bi silogana 'Dema Rastiyê' wê derkeve pêşberî temaşevanan.
Kanala ku wê li gorî demjimêra Amedê demjimêr 08:00 û li gorî Ewropayê jî sibe demjimêr 07:00'an dest bi weşanê dike. Di serê demjimêran de nûçeyên zaravayên Kirmancî, Soranî, Zazakî, Hewramî yên zimanê Kurdî û bi zimanên Tirkî û Îngilîzî bên dayîn. Di demjimêr 22.00'ê şevê de nûçeyên dawî yên rojê bên dayîn.
Wê di navbera nûçeyan de jî programên nûçe-aktuel, piştî nûçeyên şevê jî wê panel bên darxistin. Nûçeyên jinan jî wê bi navê NÛÇE-JIN bên pêşkêş kirin. Nûçeyên cîhanê jî bi zimanên Kurdî û Tirkî bên pêşkêş kirin.
Rêveberiya NÛÇE TV di de diyarkirin ku, polîtîkaya weşanê Kurdistan wê bingeh were girtin, her wiha wê pêşketinên li Rojhilata Navîn, Ewropa û li cîhanê di heman demê de, bi berfirehî û bê navber ji temaşevanan re ragihînin.
EUROBIRD 9A (navê nû EUTELSAT 9A) 9° rojhilat
FREKANS : 11.843
POLARITE : V
SYMBOL : 27500
NILESAT (navê nû EUTELSAT 7 WEST A) 7° rojava
FREKANS : 11.354
POLARITE : V
SYMBOL : 27500
sm AKnews
Silav û Rêz
Azad