Nucefî bêyî pirsa civata Mûsilê çûye Tirkiyeyê

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Nucefî bêyî pirsa civata Mûsilê çûye Tirkiyeyê

von Kurdewari am 29.01.2011 18:31

Nucefî bêyî pirsa civata Mûsilê çûye Tirkiyeyê
28ê Rêbendana 2011/20:44



Parêzgarê Mûsilê Esîl Nucefî ji ber ku beyî pirsa Civata Parêzgeha Mûsilê serdana Tirkiyeyê kiriye, ket ber rexneyên endamên civata parêzgehê û daxwaz tê kirin digel Nucefî lêpirsîn bê kirin.

Hate ragihandin ku Esîl Nucefî meha borî bêyî ku tu endamekî civata parêzgehê bi xwe re bibe, serdana Tirkiyeyê kiriye û ew jî bûye sedema diltengî û nerihetiya endamên parêzgehê.

Di yek ji rûnishtinên vê dawiyê yê civata parêzgehê de daxwaz hate kirin ki derbarê vê serdanê de ashkerekirinek bide civatê.

Yek ji endamên parêzgehê gotiye, “Gelo Nucefî çima di serdana xwe de tu endamekî civatê bi xwe re nebiriye. Tenê çend bazirganên nêzî xwe û dostên xwe birine.”

Di heman civînê de cîgirê serokê civata parêzgeha Mûsilê Dildar Zêbarî gotiye, “Çi hevkarî û hevahengiyek di navbera parêzgar û civatê de nemaye, ev jî tesîreke xirab li ser dabînkirina xizmetguzariya bo Mûsilê dike.”

DengeAzad

Antworten

« zurück zum Forum