PÇDK: Bîreweriya Ocalan fêlên komplogeran pûç kir

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Zagros
Gelöschter Benutzer

PÇDK: Bîreweriya Ocalan fêlên komplogeran pûç kir

von Zagros am 10.10.2011 02:55

HEWLÊR - Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê PÇDK bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera 13'emîn a destpêkirina komploya navneteweyî şermezar kir. PÇDK'ê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîrewerî û felsefeya afirand, fêl û dekên dagirker û komplogeran/plangeran pûç kir.

PÇDK'ê di daxuyaniya xwe de îşaret bi armanca komployê kir û got, xwestin vîna/îradeya azad a gelê Kurd teslîm bigirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, komplogeran xwestin gelê Kurd bêhêvî bikin, lê belê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi felsefeya xwe ya nû dekûdolabên dagirkeran pûç kirine.

Di vê çarçoveyê de îşaret bi asta têkoşîna azadiyê gihiştiyê tê kirin û wiha tê gotin: "Êdî têkoşîna gelê Kurd hatibû ber çareseriyê. Aliyên siyasî baweriya xwe bi konferanaseke neteweyî û danîna steratejiyeke hevbeş zêde bûbû. Lê dagirkerên ji vê tirsiyan bi awayekî şidandî polîtîka tecrîdê meşandin û bi hezaran siyasetvanên Kurd kirin zindanan."

PÇDK'ê di dawiya daxuyaniya xwe de anî ziman ku ew partiyeke bi hizr û felsefeya Ocalan radibin, jiyana wî weke jiyana xwe dibînin.

ANF NEWS AGENCY

Antworten

« zurück zum Forum