Petrola Teqteqê şampanya ye!

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Biji_Kurdistan

26, Männlich

  Fortgeschritten

Beiträge: 71

Petrola Teqteqê şampanya ye!

von Biji_Kurdistan am 30.07.2010 15:08



Avesta - Petrola Teqteq wek `$ampanya ya pî$esaziya petrolê` tê naskirin. Petrola Teqteq ji corê ba$ e û niha ev kêlgeh bûye yek ji ba$tirîn kêlgehên petrolê li seranserê cîhanê

Hefteya borî mil bi milê pisporê petrolê û avakerê kêlgeha petrolê Umer Bendin, min serdana Teqteq kir bi mebesta dîtina xelkê wê navçê û bandora vê pî$esaziyê liser jiyana wan a rojane.

Pi$tî bicîhi$tina dar û bexçeyên Hewlêrê, me da ser riya Kerkûkê û ji ni$kave awayê rê hat guherîn. Bo çend demjimêran, em da ser riyeke pir bi hevraz û ni$îvan û tozgirtî û me çend nî$anên mînên çandî jî dîtin, lê dikaneke biçûk ku herçar aliyên wê bi çend daran hatibû girtin dilê me xwe$ kir.

Gundên vê navçê hemû di dema proseya Enfal a Sedam de hatin rûxandin û niha navçe hê rûxandî maye, ji xeynî çend gundên biçûk ku hatine avakirin. Xwediyê wê dikanê, Sedîq Hemed (52) ku li gundê $êwe Sûr jidayik bûye di dema Enfalan de ligel binemala xwe reviyabû Îranê, wek gelek malên din, mala Sedîq jî vegeriyabûn gundê xwe jiber ba$bûna rew$a aborî ya navçê di encama dîtina petrolê de.

Navbirî got: "Kêlgehên petrolê yên vir pir ba$ in." Lê Sedîq nîgeraniya xwe jî pê$an da ku ger kêlgehên petrolê yên din li vê navçê ku nêzîkî Kerkûkê ye bên dîtin, dibe hikûmeta Bexda dest deyne ser wan û ji destê Kurdan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbixe.

Bo Osman Hesen ê endamê civata $aredariya nahiya $iwan, qazanca rasteqîne ya petrolê hê negihi$tiye: " Ji dema ku petrol hatiye dîtin, gundên navçê hê pere wernegirtine û hê zû ye, lê di pa$erojê de emê qazancên wê bibînin û hêdî hêdî ti$tan pê$ve dibin." Hesen herwiha daxwiyand ku qazanca petrolê niha gihaye bajarên wan lê pi$tî çend salên din wê bigihe gundên navçê jî.

Zêdetir Bixwîne...

Antworten Zuletzt bearbeitet am 30.07.2010 15:24.

« zurück zum Forum