PKK biryara xwe îro dide

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer

PKK biryara xwe îro dide

von GulaKurdistane am 01.11.2010 16:47

Hewlêr, 1 Mijdar (AKnews) – PKK, derbarî domandin û nedomandina pêvajoya “bêçalaktî” ku duh bi dawî hatibû, dê îro daxuyaniyekê bide.

Serokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK), di demjimêrên sibehiya îro de daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya ku di ANFê de cih girtiye, KCK, biryara xwe ya domandin an jî nedomandina pêvajoya bêçalaktiyê, îro pi$tî nîvro dê a$kera bike.

Pêvajoya bêçalaktî, ji hêla PKKê ve di 13ê tebaxê de hate îlankirin. Bi bendewariya avêtina gavên erênî yên dewletê jî heta 31ê cotmehê hatibû dirêjkirin.

Tê payîn ku, KCK, derbarî çalakiya xweku$tinê ku duhî li Stenbolê hatibû kirin û ji hêla hinek organên medyayê ve PKK jê birpirs hatibû dîtin jî, daxuyaniyekê bide.

Quelle Ak news

Antworten

« zurück zum Forum