PKK hêzên xwe ji Tirkiyeyê venakêşe

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer

PKK hêzên xwe ji Tirkiyeyê venakêşe

von GulaKurdistane am 09.11.2010 14:40

Hewlêr, 9 Mijdar (AKnews) – Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Murat Karayılan, diyar kir ku ew ê hêzên xwe yên gerîla ji sînorê Tirkiyeyê venekê$in.

Karayilan, pirsên ANFê yên derbarê mijarê de bersivandin, bal ki$and ku gotinên, “Dema PKKê û têko$îna çekdarî qediyaye” cesaretê dide $erxwazan, bi bîr xist ku niyeta wan nîne hêzên gerîla derxînin derveyî sînorên Tirkiyeyê û wiha axivî:

“Ferzkirina vê yekê çaresernekirina pêvajoyê ye, gîrokirin, bi ser demê de pijikandin heta belkî ji bo niyeteke dîtir be. Em vê yekê wek planeke di çarçoveya îmhakirinê fêm dikin.”

Karayilan, da zanîn ku heft –he$t mehên pê$ ji bo Tirkiyeyê “demeke gelekî stratîj e” û a$kere kir ku heke pêvajo bête têkdayîn, wan planên A, B û C hene.

Murat Karayilan, destnî$an kir ku biryara wan a “bêçalaktiyê” ya heta pi$tî hilbijartina 2011ê biryareke mutleq nîne û bi bîr xist ku ewê meha Adarê nirxandineke berfirehtir bikin.

Karayilan, derbarê nameya 5 rûpelî ku lîderê PKKê Abdullah Ocalan berî biryara “bêçalaktiyê” ji biryargeha PKKê re $and de jî ev agahî dan:

“Naveroka vê nameyê gelekî kûr e û derbarê pêvajoyê de rênîÅ$ander e. Agahiyên me yên di vî warî de hene. Lê ka hevdîtineke çawa bûye, kîjan mijar hatine nirxandin, ne ez, lê kesîn ev hevdîtin pêk anîne, ku bixwazin dikarin a$kere bikin. Lê em dizanin ka çi nîqa$ hatine kirin.”

Karayilan, rexne li Doza KCKê ku li Diyarbekirê didome jî girt û got, “Ji kurdî re gotine ‘zimanê nayê zanîn’, ev heqaret û dijûnek li gelê kurd e.”

Murat Karayilan, bi bîr xist ku ew çalakiya Teyrênbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) a li Taksîma Stenbolê ku di encama wê de gelek jê polîs 32 kes birîndar bûn, pesend nakin û wiha got, “Me plangerên vê çalakiyê $ermezar kirin. Rexneya me li Vedat Acar nîne. Ew çalakgerek e, wekî fedaî, militan karê xwe pêk aniye.”

AKnews

Antworten Zuletzt bearbeitet am 09.11.2010 14:40.

« zurück zum Forum