Hecî Receb şûjina çavê xwe nabîne
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Hecî Receb şûjina çavê xwe nabîne
von Ez_u_Tu am 03.02.2011 18:16Ich finde das lustig und die Wahrheit wird auch erzählt. Ich liebe die Seite .
Belê, Serokwezîrê Tirkiyê Hecî Receb, rabûye shîretan li Husnu Mubarek dike û behsa maf û azadîyan dike. Tu dibê qey kes wek wî biaqil tune, mêro bêyî ku pirsgirêkên li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê bibîne, radibe behsa maf û azadîyan li Husnu Mubarek dike û qasho xwedî li maf û azadîyan derdikeve.
Law sayin Hecî Receb, cîgerim!
Berî tu aqil bidî xelkê, shûjina di çavê xwe de bibîne, pishtre destê xwe têxe nav pirsgirêkên xelkê û aqil bide wan kezeb.
Law ma xwedê qebûl dike tu maf û azadîyan li Kurdan biherimînî, tu hefsarê “Tek millet, tek dewlet, tek dîl û tek bayrak” têxî stuyê Kurdan û tu ji xelkê re behsa maf û azadîyan bikî babam? Tu kê dixapînî?
Hûn dibînin ne?
Aha heta bi îslamîstên Tirko jî ev mexlûqat in kaka.
Ji Kurdan re maf û azadîyan heram, lê ji xelkê re helal dikin.
Lotikxane
Re: Hecî Receb şûjina çavê xwe nabîne
von Ez_u_Tu am 03.02.2011 18:23Schaut hier wird auch sayin benutzt so machen die sich lustig über Receb.