Hizbullah: PKK Qatil dernexe em ê bersivê bidin

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Hizbullah: PKK Qatil dernexe em ê bersivê bidin

von Azadiyakurdistan am 09.05.2011 14:09



Roja pêncshema derbasbûyî, li Geverê (Yuksekovayê) rêvebirekî Mustazaf-Dêr-ê yê bi navê Ubeydullah Durna gava li balkona komeleya xwe temasheyê xwepêshandana alîgirên PKK-ê dikir li gor îdîayan bi qurshûna (gulleya) ji çeka yekî ji nav xwepêshandanê hat kushtin. Li ser vê tengijiyaneka mezin di navbera alîgirên PKK-ê û Hizbullahê de derket, di merasima cenazeyê Ubeydullah Duran de a li Geverê tevliheviyan li kolanan rû da.

Herî dawîn daxwiyaniyek bi îmzeya Buroya Çapemeniyê ya Hizbullahê derketiye ku tê de tehdîdên xeter hene. Daxwiyanî dibêje êrîsha ku li Geverê bûye divê ji bal PKK-ê bê ronîkirin, fail bê derxistin û cezayê wî bê dayin.

Wek tê zanîn Hizbullaha li Kurdistana Bakur di salên destpêka 90-ê de rû da û pevçûneka mezin di navbera Hizbullahê û PKK-ê de derket, teroreka nedîtî li Kurdistanê serî hilda. Pisht re bi dozên Ergenekonê re û pevçûnên terefên na dewleta tirk re derket ku wê demê dewletê Hizbullah ava kiribû. Wê demê bi hatina dewreka nuh dewletê berê xwe da Hizbullahê, serokê wan jî tê de gelek ji wan kushtin û girtin xistin zindanan. Hizbullahiyên mayîn jî riyeka nuh a bêçekdarî ya siyasî û çandî dan ber xwe, hat gotin ku wan îdî xwe ji merivên dewleta kûr shûshtiye.

Lê dawiya sala derbasbûyî ku li qor qanûneka cezayan a dewletê li gel gelek kesên girtî yên hukumnedayî berpirsên Hizbullahê jî ji zindanan hatin berdan di raya gishtî ya Tirkiyeyê de minaqesheyek hat kirin ku gelo dewleta tirk cardin dixwaze li Kurdistanê sherekî di nav Hizbullah û PKK-ê de bida hilkirin. vê sala dawîn bi belavokên îmzayên cuda bi taybetî li devera Geverê teshebusên hin pîjkirinên sherê navbera PKK û Hizbullahê hat kirin. Lê herdu terefan mihawele kir ku van provakasyonan pûç bikin.

Nuha ku Ubeydullah Durna bi gulleya yekî nenas hat kushtin, lê ji nav xwepêshanderên alîgirên PKK ev gulle derket xetera gurrbûn û pekiyana sherekî xeter rû daye. Xwepêshanderên alîgirên PKK-ê red dikin ku ew gulle ji nav wan hatiye teqandin, ew îddîa dikin ku ji alî polîs ve hatiye teqandin. Dozgêrr ragihandibû ku ew pishkinînê dikin da gulle ji çekeka çawa derketiye. Lê nuha hê encam zelal nebûne û ev tehdîd yan hishyarî tê. Derûdorên siyasî yên kurd ên aqlê selîm daxwaz dikin ku herdu teref;hem PKK-yî hem jî Mustazaf-Derî bên ba hev eshkere bikin ku tu sedemekî ku sherê çekdarî di nav wan de derkeve tuneye û ew ê bi hev re vê provakasyonê zelal bikin, encamên wê çi dibin bila bibin eshkere bikin. Divê herdu alî jî rê bigirin da welat venegere kaos û terora destpêka salên 90-ê.

Netkurd

Silav û Rêz
Azad

Antworten

APOcalpto

37, Männlich

  Einsteiger/in

Beiträge: 104

Re: Hizbullah: PKK Qatil dernexe em ê bersivê bidin

von APOcalpto am 09.05.2011 15:35

kurze übersetzung wäre ich sehr dankbar =)

slv

Antworten

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Re: Hizbullah: PKK Qatil dernexe em ê bersivê bidin

von Azadiyakurdistan am 09.05.2011 15:48

Das Ereignis in Gever war eine Provokation <<< Das geschah vor paar Tagen in Gever.

Hizbullah hat PKK bedroht und die aufgefordert die Person die geschossen hat zu bestrafen und sagen wer diese Person ist.

Nach Hizbullah Angaben soll einer aus dem Demonstrationszug auf Ubeydullah geschossen haben. Die PKK Anhängern sagen wiederum das es von Seiten der Polizei kam.

Was wichtig ist, ist das es jetzt Seiten gibt die PKK und Hizbullah(Beide Kurden) aufeinanderhetzen und provozieren wollen.
Kurdische politische Organisationen wollen das PKK und Hizbullah sich treffen damit die Lage sich beruhigt und es keinen Grund für einen neuen Bruderkrieg gibt wie in den 90 er Jahren.

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum