Mesut Barzanî: Wenn der Krieg ausbrechen sollte, werden wir das passende dazu tun.

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Mesut Barzanî: Wenn der Krieg ausbrechen sollte, werden wir das passende dazu tun.

von Azadiyakurdistan am 24.08.2011 03:38



Der Präsident von Region Kurdistan Mesut Barzanî begründet die Angriffe der Türkei und Iran auf Angst vor Einheit der Kurden und ihre Kraft. Barzanî sagte weiter wir werden alle diplomatische Wege benutzen um die kurdische Frage zu lösen.

Mesut Barzanî traf sich in Selahedîn mit 40 gesellschaftliche und zivilistische Organistationen. In dem Treff wurde über die türkischen und iranische Angriffe und Bombadierung geredet.

AzadiyaKurdistan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesut Barzanî diyar kir ku êrîşên Îran û Tirkiyeyê ji ber tirsa hêz û yekîtiya kurdan e û got ku ew ê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hemî riyên dîplomatîk biceribînin. Barzanî wiha got: "Heke rawestandina êrîşan aliyeke li dijî Herêma Kurdistanê êrîşeke bejayî dest pê bike em ê ji hebûna xwe ya neteweyî û berjewendiyên xwe tawîz nedin û ji bo parastina destkeftiyên xwe tiştên pêwîst bikin."

Li Herêma Kurdistanê Serokê Herêma Mesut Barzanî bi nûnerên 40 rêxistinên sivîl ên civakî re li biryargeha xwe ya Selahaddînê hate ba hev. Di hevdîtinê de êrîşên Tirkiye û Îranê yên li dijî axa Herêma Kurdistanê hatin nîqaşkirin û Barzanî xwest ku hikûmeta Iraqê ji bo parastina sînoran pêkutiyan bike.

Nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî der barê êrîşan de pirsên xwe ji Barzanî pirsîn û diyar kirin ku li dijî êrîşan divê bêdengî nebe û xwedî helwesteke neteweyî be. Barzanî yê ku pirsên nûnerên rêxistinên sivîl bersivand diyar kir ku divê Tirkiye û Îran dev ji rêbazên şîdetê berde û di hemû hevdîtinan de ev daxwazên xwe ji rayedarên Îran û Tirkiyeyê re anîne ziman. Barzanî der barê daxuyaniya sefareta Îranê ya "em bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokê wî re di nava hevkariyê de ne" de jî got ku ev gotin derew e û wiha berdewam kir: "Tu caran hevkariyeke me ya wisa çênebûye û nabe jî." Barzanî destnîşan kir ku têkîliyên wan ên aborî bi Tirkiye û Îranê re heye û lê tu caran têkîliyên wan ên aborî û siyasî derbasî pêşiya berjewandiyên neteweyî nabe.

'GER ŞEREK TOPYEKUN DEST PÊ BIKE, EM Ê TIŞTA PÊWÎST BIKIN'

Barzanî ku bersiv da pirsên têkildarî îdîayên wek çima hikûmeta Hewlêrê li dijî êrîşên Tirkîye û Îranê helwesteke tund nîşan nade, diyar kir ku tu fêdeya şîdetê an jî şerekî di navbera dewletan tuneye.Barzanî wiha axivî: "Em ê ji bo çareserîya pirsgirêkê serî li hemû rêyên dîplomatîk bidin.Hevdîtinên me yên têkildarî vê mijarê him bi navenda Iraqê, him bi Îranê û him jî bi dewleta Tirkîyeyê re hevdîtinên me berdewam dikin. Ji bo êrîş bêne rawestandin û pirsgirêk bi rêya dîyaloxê bê çareserkirin çi ji destê me bê emê bikin. Ji bo çareserîya pirsgirêkê ya emê hemû rêyên diplomatik bikarbînin. Bertekên rêxistinên civakên sivîl yên têkildarî êrîşan erênî ne. Heke rawestandina êrîşan li hêlekê şerekî bi rêya bejayî ya li dijî herêma Kurdîstan pêk bê em dê jî tawîzan ji berjewendîyên xwe yên netewî nedin û em ê çi pêwist be bikin.''

'ÎRAN Û TIRKIYE PJAK Û PKK'Ê DIKIN HINCET'

Barzanî da zanîn ku Dewleta Îran û Tirkîyeyê PKK û PJAK'ê dikin hincet û êrîşan li hemberî Herêma Kurdistanê pêk tînin û ev nêzîkatî naye qebûlkirin. Barzanî diyar kir ku PKK û PJAK jî dê çalakiyên ku pêk tînin bihîstiyar tevbigerin û şert û mercan li ber çavan bigrin. Barzanî pêşniyariya xwe dubare kir û bi lêv kir ku pirgirêka kurd dê bi diyalog û şêwazên aştîyê çareser bibe

ÊRÎŞ, ENCAMA TIRS Û XOFÊN KU KURD LI HEREMÊ BI HÊZ BIBIN PÊK TÊN'

Barzanî bêdengmayina Hikûmeta Iraqê jî rexne kir û ji rêxistinên sîvîl re jî bang kir û xwest ku ger li ser hikûmeta navendî re zêdetir bandor bikin.Barzanî sedema êrîşan wiha destnîşan kir, "Ev êrîş ji ber ku yekîtiya kurd pêk tê û ev zanyarî û hişmendî diafire tê kirin." Barzanî di civîne de da zanîn ku Herêma Kurdistanê de ji bo reformê jî dê gav bên avêtin û ewlehî dê xurtir bibe.

ANF

Silav û Rêz
Azad

Antworten

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Re: Mesut Barzanî: Wenn der Krieg ausbrechen sollte, werden wir das passende dazu tun.

von Azadiyakurdistan am 24.08.2011 03:39

Es gibt noch wichtige Sachen was im Text steht, ich werde es morgen eger Xwedê xwest übersetzen.

Silav û Rêz
Azad

Antworten

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Re: Mesut Barzanî: Wenn der Krieg ausbrechen sollte, werden wir das passende dazu tun.

von Azadiyakurdistan am 24.08.2011 12:53

PEYAMA SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ JI BO ÊRÎŞÊN SER SÎNORÊ HERÊMA KURDISTANÊ

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 24.08.2011 12:56.

APOcalpto

37, Männlich

  Einsteiger/in

Beiträge: 104

Re: Mesut Barzanî: Wenn der Krieg ausbrechen sollte, werden wir das passende dazu tun.

von APOcalpto am 24.08.2011 14:50

bitte heval, eine kleine übersetzung wäre ich dir dankbar!

spas

Antworten

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Re: Mesut Barzanî: Wenn der Krieg ausbrechen sollte, werden wir das passende dazu tun.

von Azadiyakurdistan am 24.08.2011 18:51

Hier hab ich einiges geschrieben was er gesagt hat Apocalpto

Hier .....

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum