Syrien: Erneut ein Massaker gegen Kurden in Syrien...17 Tote
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Syrien: Erneut ein Massaker gegen Kurden in Syrien...17 Tote
von Azadiyakurdistan am 15.04.2013 01:36
In dem kurdischen Dorf Til Hedad in der nähe von Tirbespiyê sind 17 Personen durch Bombardement des syrischen Militärs ums Leben gekommen. 6 Personen gehören zur einer Familie. Mehr als 20 Personen sind verletzt. Die Anzahl der Toten kann noch steigen.
Das Dorf Til Hedad liegt ca. 20km südöstlich von der Stadt Tirbespiyê und besteht aus 50 Familien, die meisten davon sind kurdischen Familien
Azadiya Kurdistan / Rûdaw
Ji malbatekê 6 kes hatin kuştin
Qamişlo (Rûdaw) - Li gundê Til Heddadê yê girêdayî bajarokê Tirbersiyê yê Rojavayê Kurdistanê, 17 kes di encama bombebarana artêşa rejîmê de hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku peymanêrê me yê li bajarê Qamişlo dane, niha laşê 6 kuştiyan di nexweşxaneya niştimanî ya Qamişlo de ne. Herwiha 7 laş li gund di bin kavilên xaniyê ku hatine xirakirin de mane.
Berî kêliyekê helîkopterên artêşa rejîma Sûriyê êrişî gundê Hedadê yê ku di bin kontrola Artêşa Azad a Sûriyê de kirin.
Di encama bombebaranê de herî kêm 20 birîndar bûne. Yek ji birîndaran jineke ducanî ya bi navê Mesîra Ebas (kurd) heye ku li nexweşxaneya Selam ya bajarê Qamişlo tê dermankirin.
Li gor agahiyan Rûdawê 6 kes ji malbata wê jina ducanî hatine kuştin.
Pijîjkê neşweşxaneya Selam, Furat Meqdisî di derbarê rewşa wê jinê de ji Rûdawê re got: "Rewşa wê û zaroka wê baş e."
Yek ji birîndarên êrişa îro ya gundê Til Heddad ê Qamişlo bi navê Heval Ebas ji Rûdawê re got:"Hejmara kuştiyan her ku diçe zêde dibe û heta niha jî termên 17 kesan hatine dîtin."
Ebas da zanîn ku 6 endamên malbata wî di êrişa îro ya balafirên şerî yên rejîma Beşar Esed de jiyana xwe ji dest dane.
Birîndarên bombebaranê li nexweşxaneyên Nafiz, Selam û nexweşxaneya niştimanî ya li Qamişlo tên dermankirin.
Gundê Hedad nêzîkî 20 kîlometre dikeve başûrê rojhilatê bajarokê Tirbespiyê û ji 50 malbatan pêk tê ku piraniya wan kurd in.
Li gor ANFê, navê hinek welatiyên hatine kuştin wiha ye; Ji heman malbatê Gulbahar Seed Ebas (3), Ehmet Seet Ebbas (4), Dilma Seed Ebas (4), Şadiya Ehmed Ebbas (23), Dîlber Ehmed Ebas (20) û Berces Meran El-Wedîe (60).
Silav û Rêz
Azad
Re: Syrien: Erneut ein Massaker gegen Kurden in Syrien...17 Tote
von Azadiyakurdistan am 20.04.2013 16:34Das Video zum Angriff.
Seit Newroz greift das syrische Regime auch die Kurden an.
Silav û Rêz
Azad