Zarok, cejnê di girtîxaneyan de derbas dikin
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Zarok, cejnê di girtîxaneyan de derbas dikin
von Azadiyakurdistan am 07.09.2010 21:04
– Li Tirkiyeyê, 57 zarokên mexdûrê Qanûna Dijî Terorê (TMK) ku di raya gi$tî de “zarokên ku kevir avêtine” tên nasîn, Cejna Remezanê di girtîxaneyan de dê derbas bikin.
Li gorî guhertina ku di TMKê de hatibû kirin, di tîrmehê de gelek zarok ji girtîxaneyan hatibûn berdan lê 57 zarokên ku derheqê wan de biryara hikmê hatiye dayîn û dosyaya wan çûye Dadgeha Bilinda Îdarî hê di girtîxaneyan de ne.
Li gorî agahiyên ku AKnewsê ji daneyên Bo Zarokan $opgerên Dadê berhevkirine, li girtîxaneya Diyarbekirê 8, Mêrdînê 4, Semsûrê 3, Meletî 2, Bidlîsê 5, Stenbolê 35 bi tevahî 57 zarok girtîne û li benda serbest berdanê ne.
Zarokên mijara gotinê, ji ber ku di xwepê$andanên protestoyê de kevir avêtine polîsan tên darizandin.
ym AKnews
Silav û Rêz
Azad
Re: Zarok, cejnê di girtîxaneyan de derbas dikin
von Kuuurdii am 10.09.2010 14:19xwedê alî wan zaroka û malbata wan bike
ew qedera zarokên Kurdaye
dileme me disevite kû em nikarin tistekî bikin me dianînin ci halî ax ax
Lê xwedê mezine
Gelê Mazlum ê sonedê asîtîyê û azadîyê bibîne , hewîyamê hemmû ewe . .. .
ê rojêk were eme wana bibînin
em mecbur zarokê xwe gelê xwe serokê xwe û gerîllaye xwe xwedî derkevin !
Herbijî Yekîtîya Gelê KURD !
Bijî Bijî Partîya Karkerên Kurdistaaan