Rêxistinên civaka sivîl cezayê zîndanê şermezar kir

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Sterka_Amede

31, Weiblich

  Fortgeschritten

Beiträge: 121

Rêxistinên civaka sivîl cezayê zîndanê şermezar kir

von Sterka_Amede am 28.12.2010 14:56

Hewlêr, 28 Kanûn (AKnews) - Li Tirkiyeyê, 17 rêxistinên civaka sivîl yên li Diyarbekirê, cezayê zîndanê yê ku li 9 kesên ku be$darî xwepê$andana Roja Cîhanî ya A$tiyê ya li 1ê îlona 2009ê bûbûn hat birîn, $ermezar kir.

Rêxistinên civaka sivîl îro li ber deriyê Edliyeya Diyarbekirê kom bûn û ragihandin ku ew cezaya 10 sal zîndanê ya ku li 9 çalavkanên warên mafên mirovan hate birîn, bi dijwarî $ermezar dikin.



Serokê $axa Diyarbekirê ya Komeleya Mafên Mirovan û Pi$tgiriya Mezlûman (MAZLUM-DER) Selahattin Çoban got, “Ji ber rêgirên li ber azadiya ramanê û xwerêxistinê, arî$eya kurdî ya li Tirkiyeyê çareser nabe.”

Çoban axaftina wiha domand, “Mirov xwedî çi bawerî, nêrîna îdeolojîk, kulturî û felsefe be bila bibe, mafê her her takekî an jî komekê heye ku ramana xwe bi azadane derbibire.”

Serokê GÜNSÄ°ADê $ah Îsmaîl Bedirhanoglu jî got, “Dibe ku em digel Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul hevdîtinek pêk bînin. Em dê di hevdîtinê de behsa vê mijarê bike.”

Bedirhangolu da zanîn ku ew dê tîka li Gul bike ku ji bo guhertina Yasaya Têko$îna li dijî Terorê, hewl bide.



Bi hinceta ku “propagandaya rêxistinê kirine”, cezayê 10 sal zîndanê li Serokê Odeya Bazirganî û Pî$esaziyê ya Diyarbekirê Galîp Ensarîoglu, Serokê GÜNSÄ°ADê $ah Îsmaîl Bedirhanoglu, Serokê $axa Diyarbekirê ya Tum-Bel-Sen Edip Ya$ar, Serokê berê yekê Odeya Doxtoran ya Diyarbekirê Adnan Selçuk Mizrakli, Serokê Gi$tî yê Kurdî –Derê Burhan Zorooglu, Serokê $axa SESê ya Diyarbekirê Vahdettin Kiliç, Rohat Emekçi, Ibrahim Oztopan û Selahattin Cengiz hatibû birîn ku be$darî xwepê$andana 1ê îlona 2009ê bûbûn


AKnews

Antworten Zuletzt bearbeitet am 28.12.2010 15:36.

« zurück zum Forum