Salih Muslim: Beşar Esed hat uns nichts versprochen
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Zagros
Gelöschter Benutzer
Salih Muslim: Beşar Esed hat uns nichts versprochen
von Zagros am 24.11.2011 23:20Vorsitzender der Partei der Demokratischen Union (PYD) Salih Muslim hat gesagt, dass Beşar Esed PYD nichts versprochen hat. Das syrische Regime will Kurden kein Autonomie geben unser Projekt für Westkurdistan ist die Demokratische Autonomie.
Serokê PYDê axivî: Beşar Esed ti soz nedaye me!
NÛKURD - Serokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD di daxuyaniyekê de ragihand..
Serokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD di daxuyaniyekê de ragihand ku Esed ti sozên otonomiyê nedaye Kurdan.
Li gorî Malpera Xendanê, serokê PYDê Salih Muslim ku niha li Qahîreyê ye wiha got, "Komkara Erebî 3 roj daye deshilatdarên Sûriyeyê bo wan mercan cîbicî bike."
Di derbarê wê meselê ku tê gotin Esed soz daye ku otonomiyê bide Kurdan de, Muslim da zanîn ku rêjîma Sûriyeyê otonomiyê nade Kurdan û got ku projeya partiya wan li rojavayê Kurdistanê, Xweseriya Demokratîk e.
Hêjayî gotinê ye ku Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, sala 2003'an ji aliyê siyasetmedarên Kurd ve hatiye damezirandin, tenê ew xwedî hêza çekdarî ya gerîlayan e. Ew partî jî wek partiyên din yên ku ji aliyê PKK'ê ve ji bo parçeyên din hatine damezirandin.
PYD li rojavayê Kurdistanê, ji ber hebûna wê ya cemawerî û mîrata PKK'ê li rojava, xwedî hêzeke mezin e û niha jî hewl dide ku roleke wê ya bi hêz di birêvebirina şoreşê de hebe.