Sherafettîn Elçî: Erdogan wird so wie Saddam Hussein enden!
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Kurdewari
Gelöschter Benutzer
Sherafettîn Elçî: Erdogan wird so wie Saddam Hussein enden!
von Kurdewari am 19.05.2011 15:05Sherafettîn Elçî: Dawiya Erdoganî jî dê bibe wekî ya Sedam Hisênî
» Elçî niyet heye ko AKP-ê ji Diyarbekirê destvala rêke
DIYARBEKIR, 19/5 2011 — Rêberê kurd Sherafettîn Elçiyê serokê Kadepê û namzetê serbixwe yê Diyarbekirê ko BDP pishtgiriyê dike îro li taxa Yenishehirê bi cosheka mezin sê ofîsên xwe yên hilbijartinê vekir û ji serokwezîrê tirkan Erdoganî re got zilmê li miletê kurd neke yan ne dawiya te jî dê bibe wekî ya Sedam Hisênî.
Rêberê herêmî serokê belediyeya Diyarbekirê Osman Baydemîr û hinek berpirsên BDP-ê û Kadepê bi hevre tevlî kampanyaya hilbijartinan ya Sherafettîn Elçî bûn.
Sherafettîn Elçî behsa zilm û zordariya ko polîs û eskerên dewleta tirkan li miletê kurd dikin kir û bi zimanekê pir dijwar rexne li serokwezîrê tirkan Recep Tayyip Erdoganî girt û got:
— Îro cenazeyên zarokên kurdan tên. Kurd tên girtin û tên avêtin bo zîndanan. Ez dixwazim vê bînim bîra serokê AKP-ê û serokwezîrî. Netîceya shah, dehak û sedamên ko berê zilim li kurdan kirine belî ye. Hishê xwe bîne serê xwe. Dawiya te jî dê bibe wekî ya wan. Yê ko xwîna kurdan birijîne dê di xwîna wan de bixeniqe. Bila hikûmet û dewlet hishê xwe bînin serê xwe. Kurd miletekê wisa ye ko zilmê û koletiyê qebûl nake. Wekî hemî miletan ziman û axa kurdan jî heye. Kurd îro pir nêzîkî biserketinê ne. Ev di vî warî de hêvîbar in.
Sherafettîn Elçî behsa rola paytexta Kurdistanê Diyarberkirê di serhildanên Kurdistanê de jî kir û got:
— Diyarbekir serbilindiya kurdan e. Di tarîxa vî bajarî de serhildanên destanwarî hene. Di 12-ê hezîranê de em dê shîlmaqeka mezin li AKP-ê bidin û wê ji Diyarbekirê rêkin. Hilawistina alaya azadiyê bi sûrheyên Diyarbekirê ve deynê li ser stoyê me ye.
Rêberê kurd Elçî behsa daxwazên miletê kurd yê sherefmend kir û got:
— Daxwazên me daxwazên xelkê ne. Em dê li parlamentoyê bi dengekê xurt behsa van daxwazan bikin. Em kurd dest ji nasname, ziman û kultura xwe bernadin. Ev miletê ko xudanê Mezopotamyayê ye miletekê sherefmend e û koletiyê qebûl nake. Bila hemî dinya vê bizane.