NY: Kurdên Sûriye ji mafê hemwelatîbûnê bêpar in û ev tişt nayê pejirandin
[ Go to bottom | Go to latest post | Subscribe to this topic | Latest posts first ]
NY: Kurdên Sûriye ji mafê hemwelatîbûnê bêpar in û ev tişt nayê pejirandin
from Azadiyakurdistan on 09/08/2010 01:37 PM
Berpirsiyarekî bilind yê NY roja sê$emê li $amê di konferanseke rojnamevanî de got: Bêparkirina Kurdan li Sûriyê ji mafê hemwelatiyê nayê pejirandin, divê desthilata Sûriye vê pirsgirêkê çareser bike.
Di seredana Olivier de Schutter(NY) ya Sûriye wî raportek derbarê rew$a mafên mirov li welatekî ko zagona rew$a awarte ji 1963an ve tê bikaranîn, amade kir.
Di raportê de dibêje; divê desthilata Sûriye bihtir alîkariye bide wan kesan, yên li rojhilatê Sûriye ji ber hi$kesaliyê xizan bûne. Di vê herêmê de bihtirî 300 hezar Kurdên bê nasname dijîn. Ev Kurd di encama serjimareke kevin de ji mafê hemwelatiyê hatin bêparkirin û nikarin ji dervî Sûriye derkevin, ne jî karê dezgehên dewletê bikin û herweha ew ji mafê guhdana tendurustî, perwerdeyî û derfetên din bê par in û ev ti$t nayê pejirandin.
Avestakurd
Silav û Rêz
Azad