Di parlamentoya Swêdê de çar Kurd

[ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Latest posts first ]


Azadiyakurd...
Admin

-, male

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Posts: 4656

Di parlamentoya Swêdê de çar Kurd

from Azadiyakurdistan on 09/23/2010 08:12 PM



Encamên fermî yên hilbijartinên Swêdê duh diyar bûn. Li gor encamên nû partiyên rastgir yên desthilatdar hejmara xwe ya parlamenteran ji 172an derxist 173an, lê ev hejmar jî têra wan nake ku ew hukumetê ava bikin. Ji bo avakirina hukumetê pêwîstî bi 175 dengan heye.

Pi$tî encamên misoger yên fermî ji çar perçeyên Kurdistanê jî çar namzedên kurd ketin Parlamentoya Swêdê.

Ji partiya keskan ( Miljoparti) Jabar Amin ji ba$ûrê Kurdistanê ye ji herêma Västerbotten (Umeå) kete parlamentoyê.

Ji partiya Sosyaldemokratan Roza Guclu Hedin ku ji bakurê Kurdistanê ye jî ji herêma Dalarna û Shadiye Heydari ku ew jî ji herêma Goteborgê ketin Parlamentoya Swêdê.

Ji partiya Folkpartietê Ismail Kamil ku ji rojavayê Kurdistanê ye jî ji herêma Upsalayê kete Parlamentoya Swêdê.

Ji a1îyê din ve di gelek bajarên meclîsên $aredariyan de jî kurdan cîyên xwe girtin.

Netkurd

Silav û Rêz
Azad

Reply Edited on 09/23/2010 08:17 PM.

BerxwedanJi...
Deleted user

Re: Di parlamentoya Swêdê de çar Kurd

from BerxwedanJiyane on 09/24/2010 12:02 AM

Bakûr, Bashûr û Rojava welleh ma Rojhilat û Kurdistana me wê cê bibe :D Herbijî

Reply Edited on 09/24/2010 12:02 AM.

Azadiyakurd...
Admin

-, male

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Posts: 4656

Re: Di parlamentoya Swêdê de çar Kurd

from Azadiyakurdistan on 09/24/2010 02:46 AM

$adiye Heyderî ji rojhilata Kurdistanê ye.

Çiqas ku hêjmara Kurdan li Swêde ji yên li Almanya dijîn kêmtire, lê Kurd li Swêde çalaktirin ji aliyê siyasetê de. Ew di hemû partiyên Swêdî xwe belav kirine.

Kurdên Almanya bes di 2 partiyan de cîh digirin. Partiya Çep (Die Linke) û Partiya kesk (Bündnis die Grünen). Gerek em li vir jî xwe di nav hemû partiya belav bikin.

Silav û Rêz
Azad

Reply

« Back to forum