Konferansa li ser Olên Kurdistanê li Swêdê pêk hat / Koferenz über Reigionen in Kurdistan
Erste Seite | « | 1 | 2
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Älteste Beiträge zuerst ]
Konferansa li ser Olên Kurdistanê li Swêdê pêk hat / Koferenz über Reigionen in Kurdistan
von Azadiyakurdistan am 15.02.2011 18:47
Avestakurd- Konferans bi xêrhatina mêvanan ji alîyê Roza Kurd endama Komîteyê ve destpê kir.
Bi ser navê Însîyatîfa Kurd li Swêdê, Azîz Ali$ him bi swêdî û him jî bi kurdî peyivî. Wî di gotara xwe de taybetî girîngîya nasnameya Neteweyîyê anî zimên û ji hemû alîyan daxwaz û hêvî kir ku, Kurd wek milletek xwedîyê kulturek dewlemende û bila ew newekhevî nimûneya civaka me ya dewlemend be, bila ew rengên me bin, lê bila evana me ji hev dûr nexe.
Pi$t re dr. Celîlê Celîl ku ji Avusturyayê hatibû, wek axaftvanê mêvan gotara xwe kir…
Êdî dor hate panelîstan.. Moderator Kurdo Baksî gotina yekem da Munzur Çem û wî 30 dq li ser taybetmendîyên û wekehvîyên alewîtîyê yên bi taybetî yarsanî û êzdîtîyê sekinî û wan wekhevîyan xal bi xal rêz kir.
Pi$tre Fehmî Kakeyî him bi swêdî û him bi 2 zaravayên kurdî dûr û dirêj li ser Yarsanî(kakeyî an ehl el heq) peyivî û bi nimûneyan wekhevîyên wê yên bi alewîtîyê anî zimên.
Endaz Hawêzî jî felsefe û dewlemendbûna Zerde$tîyê anî zimên û got Zerde$t yekem kese ku herkes wî, dÊ û bavê wî û malbata wî nas dikin û navê wan dizane. Ferqek mezin di nabêna zerde$tî û her 3 olên din tuneye û wekhevîyan yek bi yek rêz kir.
Pi$tî navbir/bihnvedanê, $aredarê bajarê Eskilstuna Jimmy Jansson peyivî û bextewarbûna xwe li ser mijarek wusa girîng ku li Eskilstunayê pêkhatîye anî ziman û hêvîya berdewamîya çalakîyên wusa kir.
Êdî dor hate Cengîzxan Hasso û ew jî li ser ola Êzdîtîyê peyivî. Gotina wî ya herî balkê$ ew bû ku, wî got: heta îro min digot qansî mûyekê ferqa êzdîtîyê ji yarsanî û alewîtîyê heye. Lê nuha dibînim ku ew feqa jî di navbêna wan olan de tuneye û eve jî bextewarîyeke mezin e.
Di Konferansê de Kurdistan TV, televîzyona hêrêmî, Radio Zayele û radyo Sörmland û rojnameyên herêmê amade bûn.
Li gel ku bahoz û firtoneya berfê ji bo hatina hin kesan bû asteng, lê dîsa jî be$darîyek derûdora 100 kesî ku ji bajarên Eskilstuna, Västeras, Katrineholm, Örebro, Stockholm, Oslo hatibûn û pirsên ji alîyê 23 kesan ve Konferans bi dilê hemû be$daran bi dawî hat.
Encama Konferansê bi swêdî ji çapemenîya swêdî re hate $andin û daxuyanîya bi kurdî jî ewê ji Raya Gi$tî ya kurdî re were belav kirin.
13.02.2011
Silav û Rêz
Azad