Die kurdische Regierung in Süd-Kurdistan hat die Bombadierung von seiten der Türkei scharf kritisiert

Erste Seite  |  «  |  1  |  2 [ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Älteste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Re: Die kurdische Regierung in Süd-Kurdistan hat die Bombadierung von seiten der Türkei scharf kritisiert

von Kurdewari am 31.08.2011 10:14

Die kurdische Regierung fordert die Türkei auf sich wegen den getöteten Zivilisten bei der Bombardierung zu entschuldigen.


Divê Tirkiye daxwaza lêbûrînê bike



Bêjedanê fermiyê ser nave hukûmeta herêma Kurdisanê Kawa Mehmûd li daxûyaniyekî rojnamevanî de ragihand ku, ''Hukûmeta Herêmê bi şêweyekê fermî ji Hukûmeta Tirkiye daxwaz dike ku, derbarê kuştina Heft hemwelatiyên Kurdistanê bi êrîşên firokeyên cengê yên hêzên Tirkiye de nirxandinekî objektîv bike´´.

Weha jî diyar kir ku divê hukûmeta Tûirkiye bi şêweyekî fermî ji hukûmeta herêma Kurdistanê daxwaza lêbûrînê bike.

Mahmûd da xuyakirin ku hukûmeta Herêma Kurdistanê, hazire ku gelek belgeyên misoger pêşkêş bike, ku têde rastîna êrîşên Tirkiye bi firokeyan bû sedema kuştina hemwelatiyên sivîl. Ev jî tekez kir ku kuştina hemwelatiyên sivîl bi bombebaranên firokeyên Tirkiye cerîmeteke mezine.

Firokeyên cengê yên rejîma Tirkiye eve demek bi êrîşên xwe yên berdewam li ser xaka Kurdisanê û ji derveyî ziyanên madî, heft hemweltiyên sivîl yên ji Gundê Bolê girêdayî navçeya Pişdere bûn armanca van bombebarana van firokeyan. Ev bûyer li herêma Kurdistanê bû sedema nerazîbûneke tûnd ya gelên herêmê û çendîn xwepêşandan û çalakiyên şermezariyê hatin encamdan, weha hişt zextekî mezin li ser hukûmeta Herêmê dirûst bibe.

 

RojevaKurd

Antworten

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Die kurdische Regierung in Süd-Kurdistan hat die Bombadierung von seiten der Türkei scharf kritisiert

von Azadiyakurdistan am 21.08.2011 02:06


Çend rojeke balefirên şerî yên Tirkiyeyê, devera Sîdekan, Qendîl û gundên ser sînor; Wertê, Qesrê û hindek deverên din yên herêma Kurdistanê bombebaran dike. Hikûmeta herêma Kurdistanê, li hember bombebarana wan deveran ji aliyê balefirên Tirkiyeyê ve, bi dijwarî dilgiranî û nerazîbûna xwe nîşan dide. Ji sedema bombebarana balefirên tirkî gelek malbat koçbar bûne û zirareke mezin jî gihiştiye xelkê wan devaran. Di heman demê de tirseke mezin bo xelkê wan devera dirustkiriye û nikarin bi aramî jiyan û kasibiya xwe ya rojane birêve bibin.

Hikûmeta herêma Kurdistanê careke din dupat dike ku parastina emniyeta deverê bi kiryarên yekterefî û bikaranîna şidetê û bezandina sînoran ku bervajiya qanûnên navdewletî û prensîpên dostaniyê ne çê nabe. Lê rêya bi gotûbêj û danûstandinên hevbeş di navbera hikûmeta Îraq, herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de, bi awayekî ku hurmet ji serweriya axa Îraqê û herêma Kurdistanê re bê girtin û qanûnên navdewlet jî li bar çavan bên giritn, emniyeta hermê tê parastin.

Di vê demê de pêwîste hemû alî rewşa nazika herêma Kurdistanê li be çavan bigirin, nabe tu hêz xaka kurdistanê bo êrîşkirina ser dewletên cîran bikar bînin, ji ber ku ev yek dijî berjewendiyên bala yên xelkê Kurdistanê û pirosesa avadankirin û xizmetkirina hevwelatiyan e. Di heman demê jî de serdema bikaranîna çek û şidetê bo çareserkrina pirsgiran biser çûye û divê bi zimanê lihevfêmkirinê û diyalogê nêzîkî çareserkirina pirsgirêkan bibin. Bi her hêcetekê be, nabe ji aliyê dewletên cîran ve, sînorên herêma Kurdistanê bên bezandin, ji ber ku dê tesîreke xerab li ser dostaniya navbera gelên deverê û berjewendiyên hevbeş bike û xizmeta îstîqrara emniyet û aramiyê jî nake.

Hikûmeta herêma Kurdistanê
Hewlêr
20.08.2011

Silav û Rêz
Azad

Antworten
Erste Seite  |  «  |  1  |  2

« zurück zum Forum