Sirûda 'Ey Raqîb' bû hedefa Bahçelî
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Kurdewari
Gelöschter Benutzer
Sirûda 'Ey Raqîb' bû hedefa Bahçelî
von Kurdewari am 28.10.2010 13:54Sirûda 'Ey Raqîb' bû hedefa Bahçelî
Serokê GiÅÂÂtî yê MHPê Devlet Bahçeli, di axaftina xwe ya koma partiyê ya vê heftê ya li parlamentoyê de, bi mebesta xwendina sirûda “Ey Raqîb” komcivîna HAK-PARê ku di 24ê Çiriya Pêshîn de hat lidarxistin, kir hedef.
Navenda Nûçeyan
Wek tê zanîn, di Komcivîna 4an ya Asayî ya Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PARê de di dema rêzgiritina ji bo yadê shehîdên tekoÅÂÂîna azadiya kurd û Kurdistanê de sirûda neteweyî “Ey Raqîb hatibû xwendin.
Partiya Tevgera Neteweperest-MHPê li Parlamentoyê civîna koma partiya xwe lidarxist. Di civîna MHPê de ji xeynî nirxandinên gishtî yek ji mijara axaftina Serokê MHPê Devlet Bahçelî Komcivîna Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PARê bû. Bahçelî, di axaftina xwe ya di vî derbarî de weha got; “Kesên bi çavên xerab berê xwe didin ala me, bi srûdên ji berxwe çêkirî îxanetên xwe tînin ziman û bi xwendina “Ey Raqîb” kîna xwe nîshanî Tirkan didin. Herweha ev derdor îro di refê AKPê de cih digrin.”
Serokê Gishtî yê MHPê Devlet Bahçelî, herweha îdîa kir ku biryara bêçalaktiyê ya PKK jî, li ser lihevkirina PKKê û AKPê hatiye wergirtin û di axaftina xwe ya di vî derbarî de weha got; “Em ji kesên ku xewnên federosyonê dibînin re dibêjin ku em jî ji bo parastina dewletê li vir in. Bila her kes vê yekê bash bizanibe.”
DengeAzad