Stanford: Ein kurdischer Staat ist nur für Syrien und Iran ein Nachteil

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Stanford: Ein kurdischer Staat ist nur für Syrien und Iran ein Nachteil

von Kurdewari am 08.03.2011 10:37

Stanford: Dewleta kurdî tenê ziyanê digihîne Sûriye û Îran



Hewlêr, 8 Adar (AKnews) – Zanîngeha Stanford ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di lêkolînekê de xuya dike ku dibe avakirina dewleta kurdî rê li pêshiya metirsiya programa atomî ya Îranê bigire.

Malpera “Hair Hardware” ya taybet bi vekolînên navneteweyî tevî belavkirina wê lêkolînê bal dikishîne ku kongrêsa DYAyê dikare bi rêya pishtgirîkirina ragihandina dewleta kurdî li Iraqê, gefên atomî yên Îranê rawestîne.

Çavkaniyê amaje kir ku dibe ragihandina dewleta kurdî pirseke gelek metirsîdar be, lê derfetên nû dê jê derkevin û her yek ji Iraq, Tirkiye dê sûdeke bashtir ji kurdan vebînin û digel avakirina dewleta kurdî de, jibilî Îran û Sûriye, her aliyek dê sûdmend be û Iraq jî dê bêtir aram bibe.

Lêkolîna shêwirmendî ya zanîngeha Stanfordê amaje bi cihê Kurdistanê li navçeyê dike û tê de wiha hatiye, “Kurdistan ketiye bashûrê Tirkiye û rojhilatê Sûriye ku navçeya her girîng a Rojhilata Navîn e, ev yek jî di demekê de ye ku kurdên wî beshê cîhanê neteweya herî mezin ya bê welat in.”

Derbarê metirsiyên ragihandina dewleta kurdî, lêkolîn dibêje, “Îran, Sûriye û rêxistinên wek Hizbulayê Libnanê û Tevgera Hemas a Filistînê dikarin karên têkder bikin.”

Zanîngeha Stanford ya DYAyê yek ji navendên akademîk yên cîhanê yên herî girîng e di warê lêkolînan de ye.

AKnews

Antworten

« zurück zum Forum